Li Sêrtê konferansa jinan despêkir
12:54
JINHA
SÊRT - Di çarçoveya xebatên kongreya HDP'ê ya ku dê di 24'ê çile de bêlidarxistin li Sêrtê konferansa jinan hat lidarxistin.
Di çarçoveya xebatên kongreya HDP'ê ya ku dê di 24'ê çile de bêlidarxistin li Sêrtê konferansa jinan hat lidarxistin. Di konferansê de Parlementera HDP'ê Besime Konca, Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir, Hevşaredara Dihê Eda Kilis, rêveberên jinên navend, navçe û bajarokên HDP û DBP'ê, Dayîkên Aştiyê jî di navê de gelek jinên STK yê jî amadebûn.
Di konferansa bi rêzgirtinê despêkir de pankartên weke "Ji bo jiyanek demokratîk û xweser em pêşerojê îro diparêzin", "Siyaseta rêveberiyên cewherî pêşxistin peyîwira meye" û "Qatîlê jinan deslete" hatin daliqandin.
Di konferansê de Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Kunca diyar kir ku divê demildest qedexeyên ser Sur, Cizîr, Silopiya û Kerboranê bi rojane berdewam dike bên rakirin. Besîme gelê ku li hemberê êrîşan di berxwedanê dene silav kir û got: "Em li hember qedexe û êrîşan bi hêza xwe ya rêxistinbûnê weke jin û gel li ber xwe bidin. Bi salan me li ber xwe da û em serketin. Emê îro jî li ber xwe bidin û bi berxwedanê serkevin."
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
(zt)