Roboskî: Ji bo Roboskiyekdin neyê jiyan kirin ji berxwedêran re hezar silav
13:41
JINHA
ŞIRNEX - Di salevegera qirkirina Roboskî de ser navê dayîkan Felek Encu got, "Em şêrên ku îro li piş xendekan li ber xwe didin silav dikin. Ez tenê ne dayîka zarokên li Roboskî hatîn qetilkirinim, ez dayîka hemû şehîdên Kurdistanê me. Ji Kobanê heya Amedê, ji Cizîrê heya Surên Amedê ez berxwedêran silav dikim."
Li gundê Roboskiyê Qilabana Şirnexê balefirên şer 17 jê zarok 34 kes qetilkirin. Bi diruşma "Li hember qirkirinan rêveberiyên cewherî, li hembe şer aştî" bi pêşengiya HDP, DBP û Roboski-Der'ê çalakiya bîranînê hat amadekirin. Di çalakiya bîranînê de parêzerê doza Roboskiyê Tahir Elçiyê ku li ber Minareya Çarling hatî qetilkirin hat bîranîn. Li gel bi hezaran welatiyan parlementerên HDP'ê Meral Danış Beştaş, Osman Baydemir, Erdal Ataş, Mehmen Ali Aslan û Alican Onlu li gel endamê HDP PM Yuhanna Aktaş, hevşaredar jî amadebûn. Di bîranînê de diruşmên weke "Qatîl AKP dê hesab bide", "Qatîl Erdogan dê hesab bide", "34 can jiyan dike Roboskî li ber xwe dide", "Dewleta qatîl ji Kurdistanê derkeve", "Bijî berxedana Cizîrê", "Bijî berxwedana rêveberiyên cewherî" û "Şehid namirin" hatin bilind kirin.
'Em ji Robokî dizanin...'
Di bîranîna li ber avahiya Roboski-Derê hat lidarxistin de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alayên KCK, PKK, HPG, YPG li gel pankarta 34 Roboskiyên hatine qetilkirin hatin hildan. Piştî xwendina sîroda "Ey Reqîb" li ser navê malbatê Narin Ant daxuyanî xwend. Narin, da zanîn ku hîna fail nehatine darezandin û wiha got: "Ji ber kujer nayên darezandin, her roj qirkirinên nû tên kirin. Li Kurdistanê dibin navê qedexeyên derketina kolanan de jin, zarok, ciwan, kal û pîr tên qetilkirin. Cenazê dayîkan bi rojan li erdê dimîne. Zarokên di zigê dayîka xwe de tên qetilkirin. Em ji Roboskî dizanin li Tirkiyê jiyana mirovan gelek erzane. Em ji Parêzer Tahir Elçi dizanin ku li Roboskî zarokên me qetilkirin, her roj li deverên cuda mirovên me qetildikin. Dewlet qirkirinan dike û faîlan jî diyar nake. Lê emê dest ji doza xwe û lêgera xwe ya dadê bernedin."
'Bila ji dayîkan bitirsin'
Li ser navê dayîkan Felek Encu got, "Em şêrên ku îro li piş xendekan li ber xwe didin silav dikin. Ez tenê ne dayîka zarokên li Roboskî hatîn qetilkirinim, ez dayîka hemû şehîdên Kurdistanê me. Ji Kobanê heya Amedê, ji Cizîrê heya Surên Amedê ez berxwedêran silav dikim." Felek anî ziman ku ticarî tecrîda li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê pejirandin û wiha berdewam kir: "Bila dewlet ji me dayîkan bitirse. Emê ticarî dest ji doza xwe bernedin."
'Dê fail derkevin pêş darazê'
Parlementera HDP'ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş jî wiha axivî: "Berî niha 4 salan li ser vê axê me şahidî ji hovîtiyek mezin re kir. Bi berxwedanek mezin hat nîşandan ku ne pirsgirêka perane ev tekoşîna azadiya gelekêye. Li gel ku her tişt li holê ye jî darezandin çênebû, fail nehatin darezandin. Ji bo ser bûyerê bigirin li gel her tişt li holê ye jî darezandin nabe. Niha jî heman qirkirin li Cizîr, Silopî, Sur, Kerboran û Nisêbînê berdewam dike. Qatîl hemanin."
Piştî axaftinan girse ber bi guristanê ve meşiya.
(zt)