Polîsan mudaxeleyî meşa Surê kir
13:48
JINHA
AMED - Polîsan mudaxelelyî meşa gel a ji bo şikandina dorpêça ser Surê kirin. Li Koşuyoluyê pevçun berdewam dike, hilbijêr ber bi Surê ve dimeşin.
Li Surê di roja 27'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Ji bo şikandina dorpêçê gelê Amedê li hev kombûn û ber bi Surê ve dest bi meşê kirin, lê meş ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin. Dema ku di navê de Hevserokên KCD'ê Selma Irmak, Hatip Dicle, Hevserokê Girştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek li gel Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî heyî girseya gel xwestin ber bi Surê ve bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Girseyê dema bi diruşmên "Bi berxwedanê emê serkevin" û "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir polîsan destur neda. Dema ku welatiyan barîkat rakirin, polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxele kirin. Li Koşuyoluyê şer berdewam dike, hilbijêr ber bi Surê ve dimeşin.
(zt)