Li Kampa Miştenurê Meclisa Jinan hat avakirin
14:09
Rojda Serhad - Şevîn Şervan / JINHA
KOBANÊ - Meclisa Jina ya ku li Kampa Miştenurê hat avakirin, dibe hêza çareseriya hemû pirsgirêkên kampê. Rêvebera kampê Ruken Ebduk diyar kir ku gihiştina vê astê ya jinan şoreşeke.
Li Kampa Miştenurê ku ji bo gelê Kobanê yê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê malên wan wêran bûne hatiye avakirin Meclisa Jinan hat avakirin. Rêvebera kampê Ruken Ebduk da zanîn ku xebatên meclisa jinan a li kampa Miştenurê hetiye avakirin bê navber didomin.
Ruken anî ziman ku di meclisê de 7 jin cihê xwe digirin, li her taxekê jinek xebatan dide meşandin û wiha got: "Karên ku meclisê girtine ser xwe yên wekî, paqijiya kampê, tesbît kirina hewcehiyan û çareserkirina pirsgirêkan e. Armanca me ew e ku em jinan pêşbixin û bikin xwedî îrade. Pirsgirêkên ku meclisa jinê nikare çareser bike radigihîne rêveberiya kampê û ji aliyê wan ve tên çareserkirin. Pêşketinên jinan min pir keyfxweş dike. Beriya şoreşê jin dernediketin ber deriyê malê jî lê jin niha hemû pirsgirêkên xwe bi wêrekî çareser dike ev yek me pir keyfxweş dike."
Jina bi navê Fîdan Cinit ku cihê xwe di xebatên Meclisa Jinê de digire anî ziman ku wekî meclisa jinan ew bi pirsgirêkên kampê re mijul dibin û wiha axivî: "Hewcehiyên kampê j ime re tê ragihandin û em li gorî vê hewcehiyan temîn dikin. Êdî jin xwe nas dikin, li malê narûnin û tevli xebatan dibin. Li kampê niha rewşa me başe. Ji bo li kampê nexweşî rûnedin em dixwazin şaredarî bê kampê paqij bike û li ser perwerdeya zarokan raweste. Ji ber nexweşiyên jinan pêwîstiya me bi doktorê jinan heye. Em bi saya şervanên YPJ/YPG'ê hene. Em dixwazin Rêber Apo aza bibe."
(mb)