Li Cizîrê Huseyînê 16 salî qetilkirin
14:12
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê zarokê bi navê Huseyîn Ertene yê 16 salî jî, ji hêla hêzên dewletê ve hate qetilkirin. Ciwanê bi navê Orhan Levent jî ji piyê xwe birîndar bû. Li aliyê din bi sedan kesên li Taxa Alîbey hatin cem hev dest bi meşê kirin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê êrîyên dewleta tirk berdewam dikin. Hêzên dewleta tirk li Taxa Cudî zarokê 16 salî yê bi navê Huseyîn Ertene gulebarana kirin. Di encama gulebaranê de Huseyîn bi guleyek li singê wî ketî hate qetilkirin. Hemwelatiyan Huseyîn ji cihê lê hatî qetilkirin rakirin. Cenazeyê Huseyîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li aliyê din hêzên dewletê yên li Girê Nexweşxaneyê bi cih bûne welatî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Orhan Levent ji lingê xwe birîndar bû.
Ligel hemû êrîşan gel kolanan terk nake û komkujiyên dagirkeriyê şermezar dike. Bi sedan hemwelatiyên li Taxa Alîbey hatin cem hev, ber bi Taxa Yafesê ve meşiyan. Meşa gel bedewam dike.
Li Cizîrê di nav 15 rojan de heta niha 22 kurd ji hêla leşkerên tirk ve hatin qetilkirin.
(ekîb/eb/zt)