Li Wanê jinên ciwan komkujiya Roboski şermezar kirin
14:32
JINHA
WAN - Jinên Ciwan ên DEM-GENÇ'ê ji bo terora dewletê ya li Kurdistanê tên meşandin û 4'emîn salvegera komkujiya Roboskiyê şermezar bikin daxuyanî dan. Endama DEM-GENÇ'ê Xezal Şahîn diyar kir ku li Kurdistanê şer berdewame û kujer li ser kare.
Li Wanê bi pêşengiya Jinên Ciwan a DEM-GENÇ'ê de ji bo terora dewletê ya li Kurdistanê û 4'emîn salvegera komkujiya Roboskiyê ya ku di 28'ê Kanûna 2011'an de bi bombebarandinê di nav de zarok jî heyî 34 welatî hatin ketîlkirin şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî di dorpêça polîsan û maşîneyên zirxî de li kolana Îkînîsanê hate lidarxistin. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, nûner û rêveberên HDP, DBP'ê endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Li Rêber Apo û rêveberiya xweser xwedî derkeve" nîvisî hate vekirin û dowîzên wek "Li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne" , "Eger tu ne şewîtî, ez neşewîtim dê çawa tiştên veşartî derkevin holê" û "Ma tu ecelî ku te 34 can stand" hildan. Girseyê bê navber dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Kujer dewlet dê hesabê bidî" berz kirin.
'Li Kurdistanê şerê sêyemîn a cihanê pêk tê'
Endama DEM-GENÇ'ê ya Wanê Xezal Şahîn daxuyanî xwend û diyar kir ku li Kurdistanê şerê sêyemîn ya cihanê tê meşandin û divê şerê qirêj de tenê gelê kurd bedel dide û got ku bila demîldest ev komkujî bila bên rawestandin. Xezal komkujiyên ku di dîrokê de li ser kurdan hatin kirin jî bibir xwist û ev tişt got: "15'ê Sibata 1925'an li navenda Amedê gelek rewşenbirên kurd hatin darizandin. Dîsa li Helepçe û Nefelê bi hezaran kurd bi kimyasalê hatin qetîlkirin û îro jî li tevahiya bakûrê Kurdistanê kurd bi terora dewletê di nav de jin û zarok jî heyî bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin. Êdî gelê kurd vê yekê qabûl nake û dê li hemberî zilm û komkujiyna li ber xwe bide û dê bi berxwedanê bi ser bikeve."
Xezal 4'emîn salvegara komkujiya 34' welatiyên ku li Roboskiyê şermezar kir û anî ziman ku dewlet bi hişmendî li ser 34 welatiyan kir û fermana mirina wan Erdogan daye û êşa wê hêj didilê civakê de ye.
'Azadî bi azadiya Ocalan dê çêbe'
Xezal li ser tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha got: "Ji 27'ê Hezîna 2011'an û şun de parezerên Rêber Apo nikarin bi muvekîlên xwe re hevdîtinê pêk binin û bi xirakirina pêvajoya çareserkirina pirgirika gelê kurd re heyeta HDP'ê ya Îmraliyê jî destûr nadin ku bi Ocelan re hevdîtinê pêk binin. Hemû çareserkirina vê pêvajoya aloziyê azadiya Ocalan e, dê azadî bi Ocalan re çêbe."
Girse piştî daxuyaniyê bi diruşman belav bû.
(mc-ho/zt)