Ji Ên Dîwarê ji bo Bakur silav
14:34
JINHA
DÊRÎK - Gelê Rojava ku ji bo piştgiriya Bakûr li ser sînorê Dêrik û Bakur nobedariyê dike, silav da warê berxwedanê Cizîra Botan.
Çalakiya welatiyên Dêrîk û Girkê Legê ya piştevaniya berxwedana gelê bakurê Kurdistanê îro di roja xwe ya 9’emîn de didome. Welatiyên bajarê Dêrîk ji bo nobetê ji welatiyên herêma Beravê bigirin, li Qada Azadî ya bajar hatin gel hev û ji wir bi karwanekî ji maşîneyan berê xwe dan gundê Ên Dîwarê. Li gund girseya gel ji maşîneyan peya bûn û bi meşê berê xwe dan herêma sînor.
Li sînor welatiyan al û sembolên kurdî rakirin û drûşmeyên ku berxwedana bakurê Kurdistanê silav dikin berz kirin.
Çalakiya nobedariyê li sînor didome.
(zt)