İHD'a Colemêrgê komkujiya Roboskî şermezar kir

14:39

JINHA

COLEMÊRG - ÎHD'a Colemêrgê Komkujiya Roboskî bi daxuyaniyek şermezar kir.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (İHD) a Colemêrgê ji bo şermezarkirina komkujiya Roboskiyê li avahiya İHD'ê daxuyani da çapemeniyê. Daxuyani ji aliyê Endamê İHD'ê Sait Çaglayan ve hat xwendin. Sait bal kişand ser aliyê hiquqiyê komkujiya Roboskiyê û got ku Hikumet ne li ber ronikirinê li ber windakirinê ye. Sait anî ziman ku hikumet berpirsyariya komkujiya roboskî nagire ser xwe û wiha got:"Diviya ba Hikumetê komkujiya Roboskî ronî kiriba berbirsyari wergirtiba ser milên xwe. Lê hikumetê ji bo ku komkujiyê roni bike çi pêngav ne avêtin. Serokwezirê tirk xwe bi xwe kesên ku li komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dayin sucdar kirin. Em li ser navê komeleya mafê mirovan dibêjin ku bila lezginî komkujî bê roni kirin, kesên ku ev komkujî pêk ani bên darizandin. Em komkujiya Roboskî şermezar dikin."

(zyd/zt)