Rêveberên jin ên Rojava nirxandina xebatê salê kirin

14:40

JINHA

QAMIŞLO - Rêveberên jin li bajarê Qamişloyê bi armanca nirxandina xebatên sala 2015'an civînek li darxistin û plansaziya salê diyar kirin.

Rêveberên Jin ên Kantona Cizîrê bi armanca nirxandina xebatên salê li Navenda Rêxistina Yekîtiya Star civîna xwe li darxistin. Civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkiriye, Seroka Meclîsa Rêxistina Yekîtiya Star Welîde Botî, Naîme Mihemed û Mîdya Hisên cih di dîwanê civînê de girtin. Seroka Meclîsa Rêxistina Yekîtiya Star Welîde Botî di despêkê de nirxandina pêvajoya siyasî kir û wiha got, "Rojava di sala 2015'an de bi rizgarkirina Kobanê, Şengal, Holê, Tilhemîs û Tilberakê re serkeftinên mezin bi dest xist. Her wiha Kantona Cizîr û Kobanê gihêştin hev bi hemleya ku HSD'ê daye despêkirin wê Kantona Efrîn jî bi kantonên din re bibe yek."

Welîde qala pilansaziya salê jî kir û wiha domand: "Di despêka salê de Rêxistina Yekîtiya Star dê kongreya xwe li darbixe û li ser zagonên jin û rêxistinkirinê wê were seknandin. Her wiha li deverên ku komîn nehatine avakirin dê xebatê avakirinê bê despêkirin."

(re/rc)