Li Amedê welatiyek birîndar bû
14:56
JINHA
AMED - Dema ku welatiyên Amedê ji bo rakirina dorpêça ser Surê meşiyan rastî mudaxeleya polîsan hatin, di mudaxeleyê de welatiyek birîndar bû. Li Ofis û Koşuyoluyê pevçûnan despêkir.
Ji bo şikandina dorpêça 27 rojin ser Surê berdewam dike welatiyên Amedê li Parka Koşuyoluyê kombûn. dema ku welatiyan ber bi Surê ve dest bi meşê kirin rastî astengiya polîsan hatin. Li Ofis û Koşuyoluyê pevçûnan despêkir. Li Ofisê jinek hat binçavkirin. Ji ber mudaxeleyê Hevserokên KCD'ê Selma Irmak, Hatip Dicle, Hevserokê Girştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek li gel Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel çun KCD'ê. Li Ofisê wesayîtek bê pîlaqe digere. Li Koşuyoluyê jî welatiyê bi navê Haci Sait birîndarbû.
(zt)