Gelê Cizîrê li hember êrîşan meşiya

15:25

JINHA

ŞIRNEX - Li Cirzîra ku îro jî 2 welatî hatin qetilkirin 15 rojin dorpêç berdewam dike. Cizîriyên dest bi meşê kirin gotin: "Li gel hemû êrîşan jî emê li ber xwe bidin.

Li Cizîra 15 rojin dibin dorpêçê de ne îro jî Huseyîn Ertene û Kumru Işik qetilkirin. Ev 15 rojin gelê Cizîrê li hember êrîşan di berxwedanê denin. Îro jî Cizîrî ji Taxa Alibey heya Taxa Yasefê meşiyan. Gelê Cizîrê yên ku li ber Medresa Sor hatin bahev bi diruşmên weke "Biji berxwedana Cizir ê", "Biji Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" bilind kirin. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî di meşê de amadebû. Piştî meşê Faysal axivî û got: "Çî dibe bila bibe li gel hemû êrîşan emê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyane."

Hat zanîn ku ji Girê Nexweşxanê de tîmên tayîbet welatî gulebaran kirin û welatiyê bi navê Orhan Levent birîndar kirin.

(zt)