Em li bendêne hemû jinên alîgirê heqîqetê beşdarî runiştina doza Vildan Atmaca bibin
16:53
JINHA
WAN - Dê sibê nûçegihana me Vildan Atmaca ya ku di dema şopandina nûçeyê de hatî girtin derkeve pêşberî dozgeriyê. Em weke JINHA; li peyî heqîqetêne, 'mêr-dewlet çî bêje bêyî bikirikin dinivîsin', li benda hemû jinên li peyî şopa heqîqetê ne beşdarî runiştina doza Vildan bibin.
Li Erdîşa Wanê dema ku nûçegihana me Vildan Atmaca di 13'ê Mijdarê de nûçeya serdegirtinên polîsan ser taxekê dişopand li gel hevalên xwe yên nûçegihan hat binçavkirin. Piştî du rojên binçavan Vildan sewqî Edliyeya Erdişê kirin, li wê Vildan girtin û şandin Girtîgeha Tipa M ya Wan. Sedema girtina Vildan weke hincet parkirinên wê yên ser Facebookê yên weke "wêneyê Arîn Mîrxan a YPJ yî li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidest dayî û Rojnameger Deniz Firad a ku di dema şopandina nûçeyê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatî qetilkirin" ji bo girtina wê weke hincet nîşan dan.
Yekem runiştina doza Vildan a ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatî girtin sibê li Dadgeha Cezayê Giran a Erdişê dê bê dîtin.
Em weke JINHA, hamû rojnamegerên li peyî rastiyan, navendên jinan, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên jinan vedixwînin runiştina doza Vildan. Em bi gotina; 'mêr-dewlet çî bêje bêyî fikirîn em dinivîsin' ketin rê. Em dizanin ku sazîbûna deshilatiya mêran ji dewletê ne cudaye.
Em dubare dikin mêr- dewlet çî bêje bêyî fikirîn em dinivîsin, ser vê bingehê em hemû jinên di şopa haqîqetê de, rastiyan dinivîsin û tekoşînê didomînin dixwazin li gel xwe bibînin.
Deng bidin rojnamegera ciwan Vildan û dengê xwe tevlî JINHA yê bikin tekoşîna me ya 'Denê cîhana jinê' bi we mezin bibe.
Her wiha ji bo Vildan Jinên TGS û Konisyona LGBTÎ yê banga îşev ser medyaya civakî di navbera saetên 21.00-23.00'an çalakiyan bikin. Em ji bo vê çalakiyê li benda parkirinên we yên ji bo # ji Vildan re azad ne.
(zt)