Xebatkarên Desteya Jin nirxandina salê kirin
09:05
Rûksan Efrîn/JNHA
QAMŞILO - Rêveber û xebatkarên Desteya Jin xebatê û projeyên sala 2015'an a ku pêk anîne nirxandin. Jinan da zanîn ku ew bi îdîayek mezin dest bi xebatê kirine û projeyên serkeftî pêk anîne.
Jinên Rojava bi avakirina modela xweseriya demokratîk ji tevahî cîhanê re bû mînak. Jiyana ku bi destê jinê ji nûde hat neqşandin mohra serkeftinê li salê da. Derbarê mijarê de Rêveber û endamên Navenda Desteya Jin a Kantona Cizîrê xebatê salek nirxandin. Rêvebera Navenda Desteya Jin a Kantona Cizîrê Jînda Alî destnîşan kir ku salek dagirtî û serkeftî borandine û wiha got, "Serkeftina Şoreşa Rojava bi pêşengiya jin û xebatê wê pêk hat. Gelek jin di rêya vê têkoşînê de canê xwe feda kirin. Berxwedana jin li tevahî Kurdistanê didome."
'Xebatê înşakirinê û pêkanîna projeyên xweser bû îsal'
Jînda Alî behsa encamê xebatê du salan kir û wiha domand: "Desteya Jin yek ji 22 desteyên ku hatine avakirine. Xebatê înşakirinê û pêkanîna projeyên xweser bû îsal. Salê yekem piranî li ser xebatên înşakirinê em rewastiyan, salê dûyem jî me projeyên berfireh li Kantonan da despêkirin. Li tevahî bajaran me Navenda Desteya Jin avakirin. Tevahî navend jî di çerçoveyê xweseriyê de xebat didin meşandin. Projeyên me ên di warê civakî û aborî bi serkeftî pêk hatin û hîna didomin. Di vê salê de me Navenda Şehîd Amara a Derûnî ji bo zarokan vekir. Di heman demê de me Navenda Înana yê aborî vekir. Her du jî di encamê xebatê jinan a bi serkeftî pêk hatin. Di qadê çandî, aborî, civakî, tenduristî û hiqûqê de jin bi aweyek çalak cih digre û pêşengiyê dike."
'Bi projeyên nû dest bi salê dikin'
Jînda bilêvkir ku ew gelek pirsgirêkên jin çareser kirine û wiha pêde çû: "Di encamê van serkeftinan de wê Desteya Jin projeyên nû plansazî bike û xebatê xwe berfireh bike. Bi projeyên nû dest bi salê dikin, xebatê me yê salê nû a despêk jinên ku li kolanan mane ji wan re cih û derfetê jiyanê avakirine, a duyem jî li bajarê Amûdê wê firinek ser navê jinan bê vekirin. Di heman demê de em ê Malê Zarokên Nexweş jî vekin."
'Jin bi ked û afrîneriya xwe yê jiyanê rêvebertiya civakê dik'
Rêvebera Jinên Sûryanî a Navenda Desteya Jin Emel Gebiriye diyar kir ku ew bi giranî li ser zagonên jin xebat dane meşandin û wiha domand: "Wek Navenda Desteya Jin armanc ewbû ku em di serî de zagonên jin diyar bikin û bi vîna jin di nava civakê de bi jiyanî bikin. Jinên Sûryanî wek jinên Ereb û Kurd bi aweyek çalak cihê xwe di nava Desteya Jinê de digrin û xebat didin meşandin." Emel da zanîn ku zagonên jin di serî de di nava civakê de nehat pejrandin ew bi civîn, semîner û perwerdeya hinek guhertin çêkirine û wiha got, "Encama têkoşîna jin û berxwedaniya wê hêşt ku civak zagonên jin qebûl bike. Jin bi ked û afrîneriya xwe yê jiyanê rêvebertiya civakê dike."
'Jin li her qadê xebatê rêvedibe'
Endama Desteya Jin Besîme Ehmed Alxîtan yê Ereb jî diyar kir ku xebatê Desteya jin bi aktîfî rêvediçe û got, "Li Kantona Cizîrê Me Navenda Zarokan ên nexweş vekir, di sala nû de em du navendên din li Qamişlo û Amûdê vekin. Armanc jiyana aramiye û wekhevî di nava civakê de avakirine." Rêvebera beşa Aborî Newroz Alî anî ziman ku jin aborî wek karê xwe nedidît û wiha domand: "Bi şoreşa Rojava re jin di her qadê jiyanê de cih girt û baweriyek mezin bi xwe anî. Di qadên aborî de jî êdî jin xwedî li xebatê derdikeve û rêvedibe."
(rc)