Jinên Kobanê hêviya xwe a salê nû anîn ziman

09:06

JINHA

KOBANÊ - Welatiyên Kobanê ên ku sala 2015'an di bin şert û mercên giran yên koçberiyê de derbaskiribû, hêviya xwe yê salê nû anîn ziman.

Jinên Kantona Kobanê, ji bo sala nû hêviyên xwe anîn ziman. Jinên ku sala 2015'an di bin şert û mercên giran yên koçberiyê jiyan kirine, behsa hêvî û jiyan ku nû înşa dikin kirin. Zehra Mihemed diyar kir ku ew ji bo sala nû aştî û azadiyê hêvî dike û wiha got, "Sala 2015'an ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê em koçberî bakûrê Kurdsitanê bûn. Me vê salê êşên giran jiyan kir û wendahiyên mezin dan. Lê ligel hemû zor û zehmetiyên jiyanê em cardin niha li ser axên xwe dijîn. Bi hêviya ku sala nû ji tevahî gelan re bibe sala aştî û serfiraziyê."

Hewa Elûş jî bilêvkir ku ew bi hêviya ku tevahî gel di sala nû de ji zilm û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibin û wiha pêde çû: "Di şertên koçberiyê de sal bi me baş derbas nebû. Wek rojek asayî derbasbû. Lê îsal li ser axê xwe bi avakirina jiyanek nû em dara sersalê dixemlînin. Bi hêviya ku dawî li şerê Kurdistanê bê û herkes di nava aramiyê de bijîn dikim." Cîhan Elî jî da zanîn ku asta gelê Kurd gihêştiye êdî tevahî cîhan nasdike û mûxatab digre û wiha berdewam kir, "Berxwedana şehîdan hêşt ku tevahî cîhan gelê Kurd nasbike. Ji ber vê em sala nû diyarî tevahî şehîdên xwe dikin û serkeftin ji gelê Kurd re dixwazim."

(re/rc)