Li Colemêrgê komkujiya Roboskiyê bi şanoyê hat bîranin

09:06

JINHA

COLEMÊRG - Navenda Çand û Hûner a Feqiyê Teyran ji bo biranîna komkujiya Roboski yê şano li dar xist.

Navenda Çanda û Hûnerê ya Feqiyê Teyran ji bo bîranîna komkujiya Roboskî şano lidar xist. Şano li Navenda Çand û Hûner a Feqiyê Teyran hat pêşandan. Hevşaredarê Colemêrgê Nazmî Coşkun û endamên HDP, DBP'ê jî di navê de gelek welati tevli bun. Şano bi deqeyek rêzgirtinê û Sinevizyonê dest pê kir. Di Şano yê de pankarta em "Komkujiya Roboski yê jibir nakin" hat vekirin. Di şano yê de 13 listikvana cih girtin. Beşdarvan bi lîstokê bandor û hestiyar bûn.

Rêveberê Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran Şemsettin di derbarê sedema amadekariyên şanoyê de axivi. Şemsettin got ku her çiqas ew kujeran nas bikin ji ewê hewl bidin ku yên ev komkuji pêk ani bên darizandin û wiha domand; "Em kujeran nas dikin lê hikumet vedişêre ji ber ku ew ji dizanin yên ev komkuji pêk ani hikumet bi xwe ye. Em yên ku 34 canê me ji me girtin bi tundi şermizar dikin, komkujiya Roboskî tu car nayê jibir kirin.

Biranin bi çepik û tililiyan dawi bû

(zyd/zt)