Li pişt barîkatan şahiya geşbûna berxwedanê hate lidarxistin

09:07

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê li taxa Zeynel Abidîn (Kanîka) ya berxwedana rêveberiyên cewherî lê geş dibe, bi pêşengiya KJA'yê şahiya gel hate li darxistin. Piştî şahiyê ji bo bîranîna 3 gerîlayê HPG'ê û welatiyek sivîl ku li navçeya Kerboranê jiyana xwe ji dest dan meşek hate li darxistin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) li taxa Zeynel Abidîn (Kanîka) berxwedana rêveberiyên cewherî ku lê geş dibe, li pişt barîkatên parastinê şahiya gel li der xist. Şahî li qadek vala ya taxê pêk hat û bi sedan welatî amade bûn. Di şahiyê de agir hate pêxistin û welatiyan li ber def û zirnê li derdora agir demek dirêj goven gerand. Piştî govend gerandinê, sînevzyona ku ji beşên behsa berxwedana rêveberiyên cewherî ya Nisêbînê û axaftina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 28'ê gulana 1990'î de hatibû kirin hate pêşandan. Welatiyan di gelek beşên sînevziyonê de li çepikan da û dirûşme berz kir. Sînevziyon bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

Ji bo HPG'iyan meşa bîranînê

Piştî pêşandana sînevziyonê ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê Osman Karadenîz (Kurtay Amed), Îrfan Erol (Rêzan Bahoz), Erhat Nazlier (Ferhat Amed) û welatiyê bi navê Rêzan Baran ê ku di pevçûna 26'ê kanûnê de li derdora gundê Meranê yê navçeya Kerboran a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn. Li nav kolanên taxê ji aliyê welatiyan ve meşek hate li darxistin. Di meşê de welatiyan bê bênavber dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin", "Rêheval Rêzan bêmirin e" û "Kurdîstan wê bibe gora faşîstan" hatin berzkirin. Meş li ber marketa Raperîn a taxê bi dawî bû û welatî ji bo nobeta taxên xwe li kolanan dest bi nobeta parastina taxê kirin.

(zd-bg/rc)