Jinên Rojava bi bilindkirina berxwedanê derbasî sala nû dibin

09:14

Rojda Serhad/ Şevîn Şervan/JINHA

QAMIŞLO - Jinên Rojava li ber çavê cîhanê hember çeteyên DAIŞ'ê ên ku bi destê hêzên emperyalîst hatine avakirin berxwedanek dîrokî kir û bi bilindkirina berxwedanê wê derbasî 2016'an bibin. Rêvebera Weqfa Jinên Azad Axîn Amede wiha got, "Sala 2016'e di warê zanistî, bîrdozî, siyasî û polîtîk de wê bibe salê xwe hêzkirinê."

Di berxwedana Rojava me mînakê guhertin û veguhetina jiyanê dît û bû mînak. Hêzên emperyalîst ên bi sedsalane çavê xwe berdane dewlemendiya axa rojhilata navîn, vê carê rastî hêz û berxwedana jin hat. Li Rojava jin dîrokê berxwedanê nivîsîn û li qadên aborî, çand, siyaset û civakî de xwe bi rêxistin dikin. Jin li Rojava li aliyek hember hêzên emperyalist berxwedidin li aliyê din jiyana xwe înşadikin. Sala 2015'e bû sala bilind kirina berxwedan jin. Rêvebera Weqfa Jinên Azad Axîn Amed nirxandina salê kir û pêwîstiyên sala 2016'an anî ziman.

'Wek jin divê em bi hêz derbasî sala 2016'an bibin'

Axîn destnîşan kir ku bi hêviyên mezin ew ê derbasî sala nû bibin û wiha got, "Eger em nirxandina salê nekin û encamê kêmahiya xwe dernexin em nikarin bi aweyek hêz derbasî sala nû bibin. Divê lêpirsîna vê yekê bê kirin. Ji bo nûbûn pêk were ne bi nêrînek teng divê lêpirsînek bihêz bê kirin. Em wek jin kêmahiya salê dinirxînin, di kîjan qadê de em kêm man ango me xwe bi rêxistin nekir. Em ê çiqas bibin bersiv ji sala nûre? Em hesabê vê yekê dikin û wiha derbasî salek nû dibin. Em ê wek jinên Rojava bi aweyek hêz derbasî salek nû bibin."

'Asta ku jin gihêştiye gelek girînge'

Axîn diyar kir ku asta ku jin gihêştiye gelek girînge û wiha doman: "Eger jin di serdemek wiha de li tevahî qadê jiyanê xwe bi rêxistinkiribin û li hember qirêjî û kevneşopiya pergalê ser piyê li berxwedide ev tê wateyê ku jin gelek bi hêzin. Di heman demê de sala 2016'an di warê zanistî, bîrdozî, siyasî û polîtîk de wê bibe salê xwe hêzkirinê. Jin bi xwe di kîjan astê deye dinirxîne. Ji bo pêşxistina rêxistinbûnê li her qadê divê em xwe berpirsyar bibînin."

'Jin bi berxwedanê wê jiyana nû înşa bike'

Axîn di dawiyê de da zanîn ku bi berxwedana jinên Kurd, li Rojava jinên Sûryanî, Ereb, Çerkez û hemû netewên din jî bi hêzbûne û wiha pêde çû: "Berxwedana jinên Rojava li tevahî cîhanê bi nav û denge. Jin li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê berxwedanek mezin pêk tîne. Di sala 2016'an de bi pêşengiya jin wê pergala xweseriya demokratîk bi berpirsyariyek mezin pêk bîne. Jin bi berxwedanê wê jiyana nû înşa bike."

(rc)