Şanogeriya kurdî bi Destar pêş dikeve
09:14
Oyku Dilara Keskin / JINHA
STENBOL - Ji Şanogeriya Destar Berfin Zenderlioglu got: "Em dixwazin şanogeriya kurdî hîn zêdetir bidin pêş. Em lîstokên kurdî didin pêş. Ji xwe şano bi xwe helwestek polîtîke. Di nava jiyanê de çi heye ew mijara şanoyên me diyar dike."
Carnan rêya şopandin û hîskirina bûyerên civakî bi şanoyê dibe. Bi pêşengiya Mîrza Metîn û Berfin Zenderlioglu di sala 2008'an de Şanogeriya Destar hat avakirin. Destar tayîbetî şanogeriya kurdî bingeh digire. Di sala 2010'an de ji aliyê têkela Destar ve lîstoka şermola Performans hat pêşandan.
'Divê êdî mirov zimanê xwe yê dayîkê bide jiyandin'
Derhênera Şanoya Destar Ayşenil Şamlıoglu diyar kir ku wan bi lîstika 'Zimanê teyîran' xwestin pirsgirêkên ziman vebêjin. Ayşenil da zanîn ku lîstika ku Pelin Temur nivîsiyî, pirsgirêkên ziman nîşan dide. Tulin Ozen jî wiha qala pirsgirêkên ziman kir: "Ez difikirim ku êdî her kes vê biparêze. Çawa xwarin, vexwarin, razan û rabûn pêdiviyên mirovan ên jiyanîne, bi heman şêweyî zimanê dayîkê jî pêdiviyek sereke yê jiyanê ye."
'Armanca me şanogeriya kurdî dana pêşe'
Berfin Zenderlioglu piştî ku di sala 2008'an de dest bi xebatên Destar kirin, ji bo zêdetir şanogeriya kurdî bê dîtin xebatan didin meşandin û wiha domand: "Armanca me şanogerî bi zimanê dayîka xwe pêşxistine. Şanogerî bi xwe çalakiyek polîtîke. Di jiyanê de çi heye, ew mijara şanoya me diyar dike."
(zt)