Bi terzîtî hem jiyana xwe hem jî ên cîranê xwe saz dike
09:38
JINHA
DÎLOK - Aysel Sungur a ku li Cizîrê ji dayîkbûye, berî 25 salan ji ber sedemên siyasî bavê wê tê girtin û ew tevî malbata xwe koçî Dîlokê dikin. Aysela ku 25 salane dûrî gundê xwe dijî, 15 sal bi terzîtî jiyana xwe sazdike.
Aysel Sungura ku li navçeya Cizîra Şirnexê hatî dinê, çîroka jiyanê wê polîtîkayê dewletê ya li ser gelê Kurd radixîne berçavan. Aysel Sungur berî 25 salan ji ber sedemên siyasî bavê wê tê girtin û ew jî tevî malbatê xwe koçî Mêrsînê û dûvre jî Dîlokê dikin. Aysel li beramberî hemû zorahiya jiyanê, çawan têkoşîna jiyanê daye ji mera vegot. Ayser wiha got, "Em 8 xûşk û birane. Du birayên min zewicîne. Piştî em ketin riya koçberiyê bi du salan bavê min hat berdan. 25 salin em ji gundê xwe dûr dijîn. Dibe ku hîn zêdetir be."
'Piştî bavê min nexweş ket min biryar da ku ez terzîtî bikim'
Aysel destnîşan kir ku ew berî 15'e sal dest bi xebatê kiriye û li dikanek ku li semta Duztepe a navçeya Şahînbey yê Dîlokê dirûtinê cilan dike. Aysel wiha pêde çû: "Piştî ku bavê min nexweş ket diviya em bixebitiyana. Min jî biryar da ez terzîtiyê bikim. Xûşk û birayên min ên din diçin dibistanê. Ji ber vê min bar hilda ser milên xwe. Di serî de min wek mecbûriyetek didît lê bi demê re, min wate da girîngiya sekna jinek ku bi xwe, xwe rêvebibe."
Aysel da zanîn ku ew li atolyeyê ser sîparîşên ku tên cilan didirû û wiha dawî li gotina xwe anî: "Karek zehemte lê ji bo em li ser piyan bisekinin, divê em zehmetiyê jiyanê jî hemêz bikin."
(rc)