Amedê ji bo Surê jiyan rawestand
10:18
JINHA
AMED - Li hember êrîşên ser Kurdistanê li Amedê kepenek û kontak hatin girtin û zarok neçun dibistanê. Bi tevlîbûna sendîka û rêxistinên pîşeyî di saet 12.00'an de ber bi Surê ve meş heye.
Li hember êrîşên ser Kurdistanê, qedexeya derketina kolanan li Surê di roja 28'an dene û êrîşên ser Cizîr, Silopî û Kerboranê berdewam dike li Amedê jiyan hat rawestandin. Li bajarê ji sedî 90 dikan girtî esnafan kepenek venekirin. Ji derveyî rewşên lezgîn wesayît û kontak girtîne.
Sendika û rêxistinên pîşeyî karê xwe berdan, xwendekar jî neçun dibistanê û dibistan vala man.
Li bajarê bêdengî lê serwere tê payîn ku piştî nîvro çalakî despêbikin.
Naveçeyên Lîce, Erganî û Farqîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Li van bajaran jî ji derveyî dermanxane û firinan esnafan kepenek venekirine û wesayît naxebitin.
Li Ameda ji bo Surê jiyan dayî rawestandin dê di saet 12.00'an de li ber Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê welatî kombibin û ber bi Surê ve dest bi meşê bikin.
(zt)