Jinên Kobanê komkujiya Roboskî şermezar kirin

10:37

JINHA

KOBANÊ - Rêxistina Yekîtiya Star bi boneya salvegera komkujiya Roboskî daxuyanî li ber navendê da û komkujiyê şermezar kir.

Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi tevlîbûna rêxistin û endamên saziyên jin, bi boneya salvegera komkujiya Roboskî daxuyanî da. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Star Xalîse Hec Qadir ve hatî xwendin wiha tê de hat gotin, "Em komkujiya Roboskî a ku di 28'ê Kanûna 2011'an de bi destê hikûmeta AKP'ê pêk hatiye şermezar dikin. Dewleta Tirk li dijî gelê me komkujî pêk anî û di encamê de 34 kesan qetil kir. Komkujî bi aweyek plankirî pêk hat. Li hember têkoşîna gel a azadiyê bi komkujiyên bi vî aweyî bersiv tên dayîn. Komkujiya Roboskî rûyê dewleta faşîste."

Xelîsa destnîşan kir ku li hember zilmê li bakûrê Kurdistanê gelê Kurd xweseriya xwe îlan kiriye û wiha pêde çû, "Li Amed, Ferqîn, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê li hember desthilatdariya AKP'ê gel xwerêveberin îlan kiriye. Êdî gel zilm û polîtîkayên tune kirinê napejrîne. Erdogan bi zîhniyeta DAIŞ'ê tevdigere, li hember vê zilmê berxwedana gel wê bi ser bikeve. Em berxwedana gelê bakûrê Kurdistanê pîroz dikin. Gelê Kurd bi vîn û berxwedana xwe wê pergalê komkujer û faşîst ji holê rake."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana gelê Kurd" bi dawî bû.

(re/rc)