Li Cizîrê di camê de nêrîn û li Stenbolê ser camê Cizîr nivîsîn qedexeye!
11:03
Sarya Gozuoglu / JINHA
STENBOL - li Stenbolê ji bo balkişandina ser qirkirinên li Kurdistanê tên jiyandin Sevgi Kureci ser cama wesayîta xwe nivîsa 'Silopî Nisêbîn' û 'Hişê min li Cizîrê ye' nivîsî, polîsan bi gotinên 'dibe ku welatî tehrîk bibin' xwest nivîs bê sîlkirin. Sevgî bertek nîşanî rewşê da û got: "Hişmendiya ku li Cizîrê di camê de nêrîn qedexe dike, li Sibenbolê jî ser camê Cizîr nivîsînê qedexe dike."
Bertekên li hember êrîşên ser Bakurê Kurdistanê her diçe zêde dibe. Li Stenbolê welatiya bi navê Sevgî Kureci ji bo balkişandina ser qirkirinên li Kurdistanê tên jiyankirin ser cama pêşiya wesayîta xwe "Silopî Nisêbîn" û ser cama piştê jî "Hişê min li Cizîrê ye" nivîsî. Sevgî detnîşan kir ku wê berî hefteyekê nivîs nivîsiye û wiha domand: "Min li cihekê wesayîta xwe park kir, paşê min dît çend kes li derdora wesayîtê digerin, ez jî çum gel wesayîtê. Dema ku ez çum min dîti yên derdora wesayîta min digerin polîsên TEM'ê ne û gotin; 'ev wesayîta we ye gilî ser heye.' Pirsîn çima min ne Antalya Cizîr nivîsiye. Min jî ji bo wan got: 'Ji ber ku hişê min li Cizîrê ye û dilê min ji bo Cizîrê lêdixe.' Polîsan jî diyar kirin ku ji ber nivîsa ser wesayîta min hatî nivîsîn dibe ku welatiyan tehrîk bike ji bo wê jî gilî ser hatiye kirin."
Ciz,r, Silopi û Nisêbîn tehrîkdibe!
Sevgi wiha qala axaftinên nava xwe û polîsan de kir: "Wan bi axaftinên divê pêşiya tehrîkan bên girtin. Dibe ku tehrîkbibin cama wesayîta te bişkênin. Min jî ji wan pirsî 'tecawîzcî jî tehrîk dibin, weke wan dibe. Divê hun ne bi min re bi yên cama wesayîta min bişkênin re mijul bibin.' Paşê jî polîsan Komkirina Agahiyên Gişti (GBT) kirin û paşê jî gazî polîsê tirafîkê kirin. Min jî agahî dan welatiyên şêwirmendiya taxê û hevalên xwe yên HDP yî. Dema ku 6-7 hevalên min hatin polîs çun ji wê. Tam saetek ez dam sekinandin. Cizîr, Silopî û Nisêbîn tahrîk dikin!"
(zt)