Li Sura tevahiya şevê heya niha dibin topbaranê de mal dişewitin

11:14

JINHA

AMED - Li Sura 28 rojin dibin dorpêçê dene, bi saetên serê sibê re li Taxa Hasirliyê ji ber topbaranê agir bi gelek malan ket.

Li navçeya Surê ya Amedê qedexeye derketina kolanê di roja 28'emîn de berdewam dike. Ji nîvê şevê ve êrîş ser navçeyê giran bûye. Ji saet 04.00'an heya niha topbaran berdewam dike. Hate ragihandin ku li derdora Mizgefta Kurşunluyê malek, li jora Minara Çarling jî 2 mal ji ber topbaran û gulebarana hêzên dewletê de şewitîne. Ji ber êrîşan komên agirkujiyê jî nikarin agir vemirînin û nayê zanîn ku di avahiyan de welatî hene an na.

Li Sûrê, bi taybet li dora Minara Çarling, Mizgefta Kurşunlu û li taxên Hasirli û Savaşê dengê çek û teqînan bilind dibe.

(zt)