'Divê deng bê dayîna berxwedana Botanê û her kes dakevin qadan'

12:18

JINHA

ŞIRNEX - Tevahiya şevê êrîşên ser taxên Nur û Cudiyên Cizîrê berdewam kirin. Li ser Taxa Zapê ya Silopiya jî êrîş giran bûn. Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu got: "Di serî de Serhed divê hemû kurd li hemberî qirkirinan dengê xwe bilind bikin."

Li navçeya Cizîra Şirnexê ya ku 16 rojin dibin êrîşan dene êrîşan berdewam kirin. Ji ber topbaranê agir bi gelek malan ket. Wesayîtên ser Rêya Hezexê jî di saetên şevê de ji aliyê tangan ve hedef hatin girtin. Ji ber êrîşên tangan agir bi gelek wesayîtan ket.

Ji 4 aliyan ve ser Nur û Cudiyê êrîş

Li taxên Cûdî û Nûrê ku êrîş zêde ne ji Tabura Tank, Girê Evînê, Fabrîkaya Ard û lojmanên polîsan ji çan aliyan bi tank û çekên giran ve êrîş tên kirin. Li dijî êrîşan li taxan berxwedana gel jî berdewam dike. Li taxên din jî ji bo piştgiriya texên di bin êrîşê de ne dirûşm tên berzkirin.

Li Silopiya êrîş û serdegirtinên malan

Li Silopiya di roja 16'an de êrîş giranbûn. Ji saetên şevê heya niha ser Taxa Zapê êrîş giranbûne. Di êrîşê de çekên giran tên karanîn. Di sermalan de girtin, gelek desên girtin binçavan birin Emniyeta Silopiyayê.

'Divê Serhed alîkariya berxwedana botanê bike'

Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu destnîşan kir ku li hemberî hewldanên qirkirinê divê di serî de Serhed hemû Kurdistan rabe ser lingan got: "Di serî de Serhed divê hemû Kurdistan li hemberî qirkirinan dengê xwe bilind bikin. 16 rojin welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin. Ji bo rakirina vê rewşê pêdivî bi berxwedana tupyekun heye. Divê her kes bertekên xwe nîşan bidin. Divê li Ewrupa û metrepolên Tirkiyê li hemberî hewilên qirkirinê deng bên bilind kirin. Divê her kes dakevin qadan."

(at-ab-ma/zt)