Bi hezaran kes ji bo Surê dest bi meşê kir
12:45
JINHA
AMED - Bi pêşengiya KESK, DÎSK û TMMOB'ê bi hezaran kesên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kombûn ber bi Sûrê ve dest bi meşê kirin.
Endamên KESK, DÎSK û TMMOB'ê li Amedê jî li hemberî terora dewletê ya li bajarên Kurdistanê protesto bike bi dirûşma "Emê li hemberî mirinê, jiyanê li hemberî şer aşitiyê biparêzin" û "Ji bo jiyana azad û demokratîk em di grevê de ne" rojekî çalakiya karbedanê kir. Bi pêşengiya rêxistinên kedê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hezaran kes kombûn. Gelek rêxistin û saziyên civakên sivîl beşdarî meşê bûn. Her wiha welatiyên ku ji Bismilê birêketine ji bo meşê ew jî gihêştin qadê. Di meşê de dirûşmeyê "Amed ranekeve xwedî li Surê derkeve" û "Bijî berxwedana Surê" hat berzkirin.
Bi hezaran welatiyên ku bi çepik, tilîlî û fîtikan derbasî meşê bûn panqartên "Ji polîtîkayê şer û tundiyê re na", "Em ji bo jiyana azad û demokratîk ser erkin" û "Em ê hember mirinê jiyan li hember şer aştê biparêzin" hatin hildan û ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ber bi Surê ve dest bi meşê kirin.
(rc)