Malbatên ciwanê qetilkirî: Zarokên me bê sûc in, cenazeyên me bidin
12:56
JINHA
AMED – Malbatên dû ciwanên ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan nêzî hefteyekî nayê dayîn daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li Salona Civînê ya ÎHD’ê ya şaxa Amedê pêk hat. Bavê ciwanê jiyana xwe ji dest dayî yê bi navê Îsa Oran Mehmet Oran diyar kir ku kurê wî dema ku li zanîngehê bû deh caran hatiye binçavkirin û vê yekê ew sewkî lêgerîna raperînê kiriye. Mehmet got ku: “Wekî malbat em di baweriya ku zarokên me ne sucdar in de ne.” Birayê Mesut Sevîktek Îhsan sevîktek jî bang li rayedaran kir ku cenazeyên wan demildest bînin morgê.
Malbatên Îsa Oran û Mesut Sevîktek yên ku beriya 6 rojan li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku cenazeyê zarokê wan nayê dayîn bi daxuyaniyekê helwesta dewletê şermezar kir. Daxuyanî li salona civînê ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxa Amedê pêk hat. Di daxuyaniyê de malbatên Îsa û Mesut, Serokê ÎHD’ê ya şaxa Amedê Racî Bîlîcî, Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û Hevserokên MEYA-DER’ê cih girtin. Di daxuyaniyê de ewilî serokê ÎHD’ê yê şaxa Amedê Racî Bilîcî axivî. Racî diyar kir ku mirovên li Sûrê dijîn nikarin bigihêjin mafên xwe yên bingehîn û wiha got: “Li tû deverê cihanê rewşekî wisa nîn e. Li Kurdistanê piştî çend salan tabloyên ku berê hatibu jiyandin carekê din tê jiyandin.”
‘Li gorî zagon û sincê divê cenaze werin veşartin’
Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî destnîşan kir ku Sûr di bin êrîşekî bi çekên herî giran de ye û li cihekî wisa kes nikare behsa mafên mirovan bike. Nursel got ku: “Tiştên ku tê jiyandin him ji warê sincê de û him jî ji warê zagonan de nayê qebulkirin. Li gorî zagonên dewletê û zagonên sincî mafê mirovê ku jiyana xwe ji dest daye spartina wî ya axê bê kirin. Lê niha ev maf tê îhlalkirin. Li cihê ku cenaze lê tê sekinandin tû pevçûn nîn e û cenaze di bin qontrola dewletê de ye lê cenazeyan naynin morgê. Li Şirnexê jî heman tişt tên jiyandin û dixwazin bi ser cenazeyan gelê kurd ceza bikin. AKP û Davutoglu hebûna xendeka ji xwe re kirine tiştekî wekî kêmbuna prestîja wan.”
‘Heke 3 mehan dorpêç bidome em ê berxwedana xwe bidomînin’
Birayê Mesut Sevîktek Îhsan Sevîktek jî anî ziman ku hefteyeke cenazeyên wan nadin wan û wiha got: “Dibêjin li Sûrê komkujî heye. Komkujî ne li Sûrê ye. Li tevahiya Amedê ye. Banga me ew e ku demildest cenazeyan bibin morgê û dorpêça li ser Sûrê rakin. Bi salan behsa biratiyê dikirin lê li vir biratî zirarê dibînê. Heke 3 mehan jî dorpêç berdewam bike dê em ê li vir bi mehan berxwedana xwe bidomînin.”
‘Xendek hincete armanc caridin kurd bê maf hiştine’
Bavê Îsa Oran, Mehmet Oran jî diruşmeya Serokomar Recep Tayîp Erdogan ya ‘Em yê xuliqandî ji ber yê ku ew çêkiriye hezdikin’ bi bîr xist û ev tişt got: “Hezkirina Serokomar, hiştina cenazeyên mirovan ya bi rojan li ser rêyan, hundirê torbeyan û buzxaneyan e. Ev hezkirinekî çawa ye. Dema ku komkujiya Roboskî pêk anîn qey xendek û barîkat hebûn? Dema ku li Amedê teqîn pêk hat qey xendek û barîkat hebûn? Tiştê ku min ji wan fêhm kir xendek hincetin. Hedefa wan bi dawîbûna peymana Lozanê de caridin kurdan bê maf bihêlin. Dixwazin qedera kurdan wekî berê li gorî xwe ava bikin.”
‘Em zarokên xwe sûcdar nabîbin’
Mehmet diyar kir ku dema kurê wî Îsa Oran çuye zanîngeha 9 Eylul’ê tû doz di derheqê wî de nîn bû lê piştî sala ewil deh doz lê hatine vekirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema ku li zanîngehan standên nijadperestan tên danîn polîs ji wan re piştgiriyê dike. Lê dema ciwanên çepgir deytînin bi hezaran polîs tên û bi nijadperestan êrîşî wan dikin. Kurê min 10 caran ji ber van tiştan hat binçavkirin. Bila kes nebêje zarokên wan diçin pişt xendekan û malbatên wan li wan xwedî dernakevin. Heke ku deh caran kesek bê hincet bê binçavkirin, nehêlin ku xwe îfade bike wê demê ew ê jî têkeve nava lêgerîna raperînê. Di vir de sûc yê hikumeta AKP’ê ye. Yên ku divê bên darizandin ew in ne zarokên me ne. Em wekî malbatan bawer dikin ku zarokên me bê sûc in. Em dikarin delîlên hinceta hebûna zarokên me yên li pişt xendek û barîkatan derxinin. Cenazeyên zarokên me di destê wan de ne û hewce heye ku ev cenaze demildest bînin morgê.”
(ua/rc)