Şaxa KESK'a Colemêrgê li hemberî komkujiyan di çalakiyê dene
13:11
Nûçe
JINHA
COLEMÊRG - Şaxa KESK'a Colemêrgê li hember hewlên komkujiyê di çalakiyê dene.
Li gelek navend û navçeyên Kurdistanê li hember êrîşan kepenek girtîne û çalakî hene. Li tevahiya Tirkiyê çalakiyên KESK'ê jî li hember hewldanên komkujiyan despêkirine. Sendikaya KESK'ê ya Colemêrgê jî dest bi çalakiyan kir. Endamên KESK'ê li ber avahiya şaredariyê kom bun çalaki pêk ani. Endam KESK û Rêveberiya KESK 'ê tevli çalakiyê bun. Di çalakiyê de pankarta "Em li hemberî şer aştiyê diparêzin" hat vekirin. Berdevkê demiyê KESK'ê Suleyman Aşkan daxuyani da çapemeniyê. Suleyman wiha got: "Em xebatkarên kedê ji bo rawestandina şer di çalakiyan denin. Emê li hember vî şerê qirêj bêdeng nemînin."
Pişti daxuyaniyê girse bi diruşmeyên"Kurdistan dê ji bo faşistan bibe goristan" û "Biji berxwedana gelan" belav bu.
(zyd/zt)