Li Wanê panela 'Di rêveberiya xweser de rol û mîsyona jinê'

13:50

JINHA

WAN - Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr di panela KJA û ODGK'ê bi hevparî bi mîjara "Di rêveberiya xweser de rol û mîsyona jinê" hate lidarxistin de axivî û got ku di hemû şoreşên cihanê de her tim jin û ciwan pêşng bûn û divê berxwedana rêveberiya xweser de jî jin û ciwan pêşeng in.

Kongreya Jinên Azad (KJA) û Jinên Ciwanên Azad û demokratîk (ODGK) ya Wanê bi hevparî panela bi mîjara "Di rêveberiya xweser de rol û têkoşîna jinê" li dar xist. Panel bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçê, Parlementera Agiriyê Dirayêt Taşdemîr, Hevşaredara Wanê Hatîçe Çoban, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîfîstên KJA'ê, nûnerên DBP, HDP'ê jinên saziyên civaka sîvil û bi tevlî bûna gelek jinan li Salona Navenda Çand û Hunera Nûdayê pêk hat. Li salona panelê pankartên "Bi agirê ku Ekîn, Sema û Zilanan pêxist dê berxwedana rêveberiya xweser ronî bike", "Kujerê jinan dewlet e", "Tecrîta li ser Rêbertiyê, tecrîta li ser azadiyê ye" û "Li Rêber Apo û xweseriya demokratîk xwedî derkevin" nîvisandî û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ala KCK'ê hate daleqandin. Panel bi rêzgirtîn û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" dest pê kir.

'Komkujiya Roboskiyê ne ya yekem e'

Parlementera Agiriyê Dirayet Taşdemîr a ku panelîstiyê dikir axaftina ewîl kir û di serî de her kesî slav kir. Dîrayet di despêka axaftina xwe de komkujiya Robostiyê bibirxist û got ku qetlîama Robostiyê ne ya ewîl e ji dîrokê heya niha her tim li ser gelê kurd hatiyê kirin û wiha got: "Roboskî berdewama komkujiyên li ser gelê kurd e. Li çar aliyên Kurdistanê li ser kurdan komkujî û qetlîam hatin kirin û mirina gelê kurd ne di hema tu dewletideye. Lê îro gelê kurd li hemberî van komkujî qetlîaman bi rêveberiya xwes re li ber xwe dide û têdikoşe. Em ji dibêjin ku dê gelê kurd heya dawiyê li ber xwe bide û bi ser bike ve,"

'Gelê kurd her tim li hemberî desthîlatdariyê bi rêveberiya xwesr li ber xwe daye'

Dîrayet di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê kurd ji dîrokê heya niha li hemberî hişmendiya desthilatdariyê alternatifa rêveberiya xweser li ber xwe dane û ev tişt got: "Ji dirokê heya niha civaka mirovahiyê de daxwaza rêveberiya xweser heye û mirov bi vê awayê xwe didin jiyanadin. Lê mixabin ku piştî dewlet derket holê ev xwezayî bi dawî bû. Disa dema ku em li dîroka gelê kurd bigirin dest gelê kurd her tim li hemberî hemû hişmendiya dewletê li ber xwe dana û xwestinê ew xwe bi xwe birêve bibin. Minaka herî ber çav ji gelê med û Dehak e. Kawa li hemberî Dehak serî rakir û dest bi raperinê kir. Ji berk u Dehak zilmê li ser gel dikir û gel li hemberî ve zilmê serî rakir û împeretoriyê hilweşandin û îro jî gelê kurd li hemberî hişmendiya dewlatan serî hiltinê û dixwaze xwe bi xwe birêve bibe.

'Desthîlatdarî ji hêza jinê dîtirse'

Dîrayet got ku di hemû şoreşên cihanê de her tim jin û ciwan pêşng bûn û divê berxwedana rêveberiya xweser de jî jin û ciwan pêşeng in û wiha pê de çû: "Şoreşa ku jin û ciwan têdene ew şoreş bi êrênî encam digire lewra di têkoşina rêveberiya xwesr de jî rol û misyona têkoşina jin û ciwanan gelek girin e. Deshîlatdarî her tim ji hêz û têkoşin jinê ditirsin û be her awayî dixwazin jinê tunê bike. Dewlet baş dizanin k udi azadiya civakê de rola jinê gelek e, lewra bi her awayî êrîşa bedena jinê dike û jin teşhîr dike. Dê jin hişmendî û desthîlatdariya li ser civakê rake. Kobanê ji bo vê minak e. Ji ber vê yekê destûr nadin ku jin bi hêz bibin û wan girin. Ji ber vê yekê ji dibê hemû jin bi giyanek xurt xwedî li berxwedana rêveberiya xwest derkevin û li hemberî hişmendiya mêr û dewletê têbikoşîn."

'Jin tekoşîna mafê xwe dide meşandin'

Parlementera Wanê Bedîa Ozgokçe jî di panelê de li ser giringiya di rêveberiya xweser de rola têkoşina jinê axivî û ev tişt got: "Me dît ku di cihanê de awirên li ser jinê baş dît. Armanca me ew e ku awirên li ser jinê bidîn gorandin. Di tu makezagonê de mafê jinê tune. Yên ku heye jî nayê bikar anin û jin bi her awayî rastî êrîş û qetîaman tê. Îro jin li hemberî vê têdikaşin û li ber xwe didin."

'Jin li hemberî dewletê li ber xwe didin'

Endama ODGK'ê ya Wanê Şîlan Soylemez jî diyar kir ku dewlet destûr nade jin di berxwedana rêveberiya xweser de cih bigirin û wiha axivî: "Ji ber dewleta tirk jinên li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çawa têkoşina û şer kirin baş dit lewra ji jinê kurd dîtirse. Dema ku mijar dibe azadiya jinê ji dewlet xwe dide baş û destûrê nade ku jin azad bibe. Dewlet bi her awayî rê li jinê digire lewra ji ber vê polîtîkayên dewletê jin li ber xendekan li ber xwe dide."

'Jin gelek giringiyê didin rêveberiya xweser'

Şîlan da zanin ku jin ji bo azadiya xwe gelek giringiyê didin berxwedana rêveberiya xwesre û gotinê xwe bivan hevokan bi dawî kir: "Dewlet li ser navê namûsê bi her awayî êrîşa bedana jinê dike û bi teşhir kirinê jinan bêdeng dike. Ji ber vê yekê îro jin serî hildan û dibêjin ku 'Em ne namûsa tu kesê ne, axa û erdê me namûsa me ye em jî li ji boa x û welatê xwe têdîkaşin' Rastê dewlet welatê me dagirdike û destê davêşe namûsa gelê kurd. Jin li hemberî vê cih di rêveberiya xwesr de girin û li ber xwe didin. "

Panel bi diruşmeyên wek "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana cizirê" bi dawî bû.

(kom/zt)