Gelê Nisêbînê li hember qatilaman daketin kolanan

14:03

JINHA

NISÊBÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi endamên KESK, DÎSK û TMMOB ji bo terora dewletê ya li bajarê Kurdîstanê şermezar bikin, rojek dest ji kar berdan û greva rojekî pêkanîn.

Bi sedan kedkar û endamên sendîqayan li ber Navenda Çanda Mitanî li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Li dijî faşîzm û şer bi înad aşîtî” hildan û bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Nisêbînê-Cizîrê”,”Qatil dewlet dê hesap bide” û “Şehît namirin” û “Bijî berxwedana Botanê” berz kirin. Meş a li ser kolana Lozanê domiya, gelek welatiyan jî destek da meşê û meş li ber Seyrangeha Aşîtiyê ya li Navenda Sûkê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de ligel kedkaran, gelek welatî, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok û rêveberên HDP û DBP’ê jî amade bûn.

Li ser navê girseyê Nûnerê Egîtîm Senê yê Nisêbînê Kadrî Baysal daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji bo qetliyam û talana dewletê ya li Kurdistanê şermezar bikin rojek ketine grevê û got ku êrîş û qedexeyên dewletê yên li Kurdîstanê êdî nayên qebulkirin. Kadrî banga şer rawestandinê li rayedarên hikûmet û dewletê kir û got ku ew ê her tim li hember şer di avakirina aşîtiyê de bi israr bin.

Daxuyanî bi çalakiya 10 deqîqeyan a rûniştinê bi dawî bû.

(bg/rc)