RJAK'ê ji bo piştgiriya Bakur dest bi çalakiya nobetê kir

14:14

JINHA

SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê Rêxistina RJAK'ê bi armanca piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiya nobetê kirin.

Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) li ser Cadeya Saholeke ya bajarê Silêmaniyê bi armanca piştgirî û bal kişandina ser berxwedana gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê konê nobetê vedan. Çalakiya nobetê ya ku bi piştgiriya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê destpê kir, bi dehan kes tevlî bûn.
Li ser navê Rêxistina RJAK'ê Qeywan Merûf daxuyanî xwend.

Qeywan balkişand ser pêşengiya jinan di berxedana Bakurê Kurdistanê de û wiha got; "Em êrîşên dewleta tirk ên li hemberî îrade û rêveberiya xweser a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Em hevkariya PDK'ê ya li gel dewleta tirk şermezar dikin. Em êdengiya aliyên siyasi yên Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta tirk ên ser Bakûrê Kurdistanê şermezarkirin. Li Cizîr, Silopî, Sur û Kerboranê ji zarokên 35 rojî heya kalên 85 salî di hedefê denin. Divê her kes li hemberî van êrîşan şiyar bin û bi wijdanî tevbigerin."

Qeywan wiha berdewam kir; "Armanca me ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ye. Her wiha em bang li hemû jin û rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê dikin ku tevlî çalakiya me bibin. Me dixwast çalakiya xwe sê rojan berdewam bikin. Lê asayişa Silêmaniyê destûr neda. Em vê helwesta wan şermezar dikin."

Dema ku jinan dest bi çalakiyê kirin rastî êrîşên Asayîşa Silêmaniyê ya YNK'ê hatin. Li gel hemû êrîş û astengiyan jî jinan çalakiya xwe berdewam kir. Di dema êrîşê de endamên asayîşa YNK'ê xwestin kamere û wênekêşa nûçegihana ajansa me ya JINHA yê Şengar Biradost bigirin. Lê Şengar kamera û wênekêşa xwe bi dest wan ve berneda, li gel hemû êrîşan jî nûçe şopand.

Dê çalakiya jinan di saet 9'ê êvarî bi meşekê dawî bibe.

(şb/zt)