YPS Sîlopî hate îlankirin

15:21

JINHA

ŞIRNEX - Yekîneyên Parastina Sivîla (YPS) piştî Nisêbîn û Amedê niha jî li Silopî hat îlan kirin. Di daxuyaniya hatî dayîn de berxwedana li Kurdistanê hate bi bîrxistin û banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.

Pêla Yekîneyên Parastina Sivîla (YPS) ya li bajarên berxwedêr û cihê êrîşên dewletê xweparastina xwe jî berfireh dike. Piştî, Cizîra Botan û Nisêbinê niha jî YPS bi daxuyaniyekî hate îlankirin. Di daxuyaniyê de endamên YPS’ê amade bûn. Îlankirina YPS-Silopî bi merasîmekî hate dabihîstin. Daxuyaniya ji aliyê YPS’ê ve hate dayîn wiha ye: "Êrîşên dewletê di roja 16'emîn de didome. Em jî wek ciwanên Sîlopî ji bo xwe û gelê xwe biparêzen bi navê Yekîneyên Parstina Sivîla (YPS) îlan dikin. Dewleta tirk bi hemû hovitiya xwe êrîşî rêweberiya cewherî dikin. Di hundirê 5 mehan de bi sedan welatiyên me qetilkirin, bi sedan kes girtin. Dewlet û rejîma AKP'ê bi hişmendiya DAIŞ'ê êrîşî gelê kurd dikin û wan di qetlîaman re de derbas dikin. Li ser navê qedexekirina derketina kolanan ev 16 rojin li Sîlopî û Cizîrê û Kerboran, Nisêbîn û li Sûre komkujiya pêk tînin. Bi tank, top û çekên giran êrîşî gelê me dikin. Nahêlin em cenazê xwe jî veşêrin. Ev tişt li dinê qet nehatiye dîtin. Di dîrokê de jî derbas nebûye ev helwest. Dewlet êdî nema rêzê dide miriyê me jî. Cenazê dayika Taybet heftakê li kolana lê hate kuştin ma. Niha jî li Silopî, Cizîrê û li Sûrê cenazê me henin û li kolan û li malan tên rawestandin."

'Em êdî dewletê nasnakin'

Endamê YPS'ê gotin ku ên gelê kurd nasnekin ew jî nema wan nasdikin û wiha pê de çû: "Ên gelê kurd înkar dikin û rêveberiya meyî cewherî nasnakin em jî nema wan nasdikin. Li ber vê helwestê em jî wek ciwanên kurd li hemberî vê hişmendiya rejîma AKP'ê û dewletê em jî rêveberiya xwe ya di bin sîwana YPS-Botan'ê de YPS Sîlopî îlan dikin. Êdî em jî bi çekên xwe û bi rihekî fedaî bi canê xwe gelê xwe biparêzin. Em tu carî nahêlin ev dewleta dagirker têkevin tax û kolanên me. Êdî pêdiviya me bi dewletê nemaye. Em êdî dewletê nasnakin. Heta ev dagirker û mêtinger li Kurdîstanê bin em ê li hemberî wan têbikoşin. Bangawaziya me ji ciwanên me re heye. Werin beşdarî nav refên YPS'ê bibin. Em dibêjin an serkeftin, an serkeftin."

Piştî îlankirinê merasîm bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Silopî” bi dawî bû.

(kom/eb/rc)