Ji jina ku li Dêrikê hatî binçavkirin agahî nayê girtin

15:24

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê ji jina ku beriya 4 rojan ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê hate binçavkirin û navê wê nehat hînbûn agahî nayê girtin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jina ku navê wê nehat hînbûn li taxa Kuçukpinarê beriya 4 rojan hate binçavkirin. Heman rojê li gundê Keyayê Ramazan Dînler û hevsera wî Remziye Dînler jî hatibûn binçavkirin. Li bendê ye ku Ramazan Dînler û Remziye Dînler îro derxînin dozgeriyê. Têkîldarî jina ku hate binçavkirin lê navê wê nehat hînbûn agahî nehat wergirtin.

Der barê jina ku hate binçavkirin agahî nayê wergirtin de di çapemeniyê de nûçeyên wekî "Jina sûîqastker a hewl da bikev qereqolê hate girtin", "Li nezaretxaneyê hewl da xwe bikuje" hatin serwîskirin jî bû sedema şîroveyên wekî jina hate binçavkirin dibe ku hatibe înfazkirin.

(zt)