Li Silopiya welatiyek din jî qetilkirin
16:57
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiya derket holê ku bavê 2 zarokan Seyfettin Sidarê berî 4 rojan ji bo telefona xwe têxe şarzê derbazî mala cîranê xwe bûyî û jê agahî nedihat girtin ji aliyê tîmên tayîbet ve hatiye qetilkirin.
Li Taxa Barbaros a navçeya Silopiya Şirnexê bavê 2 zarokan Seyfettin Sidar ê 30 salî berî 4 rojan ji bo telefona xwe têxe şarzê diçe mala cîranan û ji wî agahî nedihat girtin ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. Hat zanîn ku ji piştê ve gule li qolinca Seyfettin xistine û li dilê wî re derketiye.
Piştî 4 rojan cenazê Seyfettin li kolanê hat dîtin û rakirin mizgefta taxê.
Li gel Seyfettin jimara kesên li navçeyê hatin qetilkirin gihişt 14'an.
(zt)