Zarokên Colemêrgê li Navenda Feqiyê Teyran hînî hunerê dibin
09:22
JINHA
COLEMÊRG - Zarokên Colemêrgê li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran a ku bi salan e ji bo gelê Colemergê xebatê dide meşandina niha jî perwerda çandê dide zarok û ciwanan.
Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran a ku bi salan e li Colemergê bi xebatên xwe yên cur bi cur rastî eleqeyek mezin tê, niha jî perwerda çandê dide zarokan. Navend zarok û ciwanan bi çand û muzika kurdî didin nasin. Li navendê qursên erban, gîtar, şano û gelek cureyên muzîkê didin zarok û ciwanan. Zarokên perwerdeya çandê dibinin keyxweşiya xwe wiha anÎ ziman: "Em keyxwşin ku bi çand û hûnera kurdî fêr dibin"
'Ez dixwazim dengbêjiya Hozan Serhad bidomînim'
Zarokê bi navê Yunus Temel (13) çend mehe dest bi perwerda gîtarç kiriye got ku ew dixwaze fêrî çanda kurd bibe û wiha axivî: "Ez bi muzika Hozan Hozan û Hozan Serhad fêrî muzikê bûm û ezê şopdarê wan bim. Ez bi coşek mezin li gterê didim. Lê ez niha baş fêr nebûme, dema ku baş fêr bibim ezê ji bo pêşketina çanda kurdî xebatan bidim meşanadin û zarokan fêrî çand û hûnerê bikim."
Zaroka bi navê Fatma Zîrek (11) ji anî ziman ku ew bi lêdana gîtarê pir keyfxweş e. Fatma got ku ew ji gitarê hez dike û huner dibe perçeyek jiyana wê û ev tişt bilêv kir: "Dema ku ez li vir gitarê lê didim ez xwe his dikim. Ji ber wê ji ez hez dikim ku zarok hemû xwe tevlî karê hunerê bikin."
Zarokê bi navê Serhat Temîzer (14) yê ku li temburê dide jî sedema destpêkirina çand hûnerê wiha anî ziman: "Raste temenê me biçuke lê dilê me mezine. Em niha tiştan xwe bi xwe his dikin ji bo min huner wateya jiyanê. Ez li vir li temburê didim, hemû hunermend di serî de fêrî temburê dibin. Ez dema wan guhdar dikim gelek bi hêz dibim û hemû hêza xwe ji wan distînim. Ez ê bi tembula xwe bibim qirina hûnera gelê xwe."
(zyd/ho/zt)