Jinên Efrînê bi şêwayên cuda dorpêçê çeteyan dişkînin

09:26

Qêrîn Welat/JINHA

EFRÎN - Li Kantona Efrînê jin bi afrîneriya xwe dorpêç û ambarogyê ser Kantonê dişkîne. Zelox Reşîd qala hêza jin kir û wiha got, "Jin li hember dorpêç û ambargoya ser herêmê sê salin têkoşîn didin û bi afrîneriya xwe li berxwedide.

Jinên Kantona Efrînê yên ku di nava xwezayek dewlemend de dijîn, ji afrîneriyê jî bê par nemane. Bi şêwayên cûda li hember dorpêç û ambargoyên çeteyan li bexwedidin. Zelox Reşîd a ji Navçeya Bilbila Efrînê qala êrîş û dorpêça çeteyan kir û wiha got, "Em li hemberî dorpêç û ambargoya dijmin ne bê çarene. Xwezayê me dewlemende û em bi her aweyî sûdê jê werdigrin. Topên gazê nayên lê em dar berhevdikin û li ser agirê xwarinê xwe çêdikin. Dema ku nan nînbe em ser sêlê nanê xwe dibrêjin. Her wiha em di nava malê de baxçe diçînin û pêdiviyên xwe wiha pêş wazî dikin."

'Hêviyê me ji serkeftinê heye'

Zelox da zanîn ku di nava kurdan de firaqê reş weke kevneşopiyeke çandiye û piştî ambargo li her malek êdî tên peyda kirin û wiha pêde çû: "Bi berxwedana şervanan û dayîkan dorpêça li ser kantonan wê rabe û hersê Kanton wê bibe yek. Wê demê em ê hemû pêdiviyên xwe bi xwe pêşwazî bikin weke niha. Hêviya me ji serkeftinê heye, ji ber vê em axê xwe terk nakin û naçin xerîbiyê. Em ê heya dawiyê li hember êrîş û dorpêça çete û hevkarên wê têbikoşin."

(rc)