Jinên Rewşenbîrên Başur: YPS hêza rizgariya gele

09:27

Şengar Biradost/JINHA

SİLÊMANÎ - Jinên Rewşenbîrên Başurê Kurdistanê de derbarê rola avakirina Yekîneyên Parastin sivîlan (YPS) de wiha gotin: "YPS hêza rizgariya gelê ku li ser komkujî tê meşandin e."

Jinên Rewşenbîrên bajêrê Silêmaniyê li ser gringiya avakirina Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li Bakurê Kurdistanê axvîn. Jinan diyar kirin ku YPS hem dê sivîlan ji êrîşên heyî biparêzin û hem jî dinavbera hêzên kurdî de yekêtyekê bide çêkirin. Jinan dan zanîn ku ew amadene biçin Bakur û tevlî berxwedana gel ya bi pêşengiya YPS'ê tê meşandin bibin.

Rojnamevan Sazan Tofîq destnîşan kir ku yekîneyên parastina sivîlan dikare dawî li zilm û zora dewleta tirk liser gelê kurd dimeşeîne bînin û got: "Ev dagîrkeriya dewleta tirk bingehê xwe ji dîroka wan ya dagîrkeriyê digire. Li hemberî êrîşan pêwîste YPS xwe li hemî bajar û bajêrokan bi taybet jî xwe li hemî gûndan bi rêxistin bike. Pêwîste tevgerên başûrê Kurdistanê jî piştgîriya xwe ya ji bo wan nîşan bidin û helwesta xwe zelal bikin. Bi taybet jî pêwîste jin tevlîbûnek xwert bidin çêkirin. Ji ber me dît li Rojava bi pêşengiya jinan guhartinên mezin di hemî qadên civakê de hatin avakirin."

"YPS Cewhera Civakê ye"

Mamosta û Rojnamevan Sergul Necimedîn jî bilêv kir ku ew dixwaze biçe Bakurê Kurdistanê û tevlî berxwedanê bibe û got: "Yekîneyên Parastina Sivîlan li dijî zilmê çêbûye, wê dawî li zilmê bînin. Ev hêz cewherê civakêye. Dewlet di tirse ji hêza gel ji bo wê jî di xwaze bi komkujî û siyseta tine kirinê dawî li berxwedana gel bîne."

Sergul ji bo berxwedana topyekun jî wiha domand: "Eger em îro alîkariya hev nekin wê dîrok me şermezar bike. Ez bi xwe û pir jinan jî nas dikim ku amadene çekê hilgrîn û tevlî Yekîneyên Parastina Sivîlan a Bakurê Kurdistanê bibin. Ji mera rumete ku em tevlî berxwedanê bi bin. Ez ji jinên Başûr banga çalakiyan dikim; werin em heya bakur bimeşin. Emê biçin ji wan re bêjin ku em bi can û mal bi we rane."

(zt)