Li Colemêrgê siyabo çavkaniya debariyê ye
09:50
JINHA
COLEMERG - Welatiyên Colemergê çar dem salan ji axa Kurdistanê sûdê digirin. Nebata bi navê siyabo ku di nav gelê heremê de wek xwarinek kevneşopî tê dîtin bûye çavkaniya debariya gelê Colemergê.
Bi hatina dem salazivistanê re nebata bi navê siyabo li ser tezgahên firoşvanan cihê xwegirt. Siyabo li Colemergê ji aliyê welatiyan ve rastî aleqeyek mezin tê û welatî bi keyfxweşî derketina siyabo pêşwazî kirin. Welatiyên li Kurdistanê dijîn ji dîrokê heya niha her tim ji bereketa axa welatê xwe sûdê digirin. Nebatên li Kurdistanê şîn dibin ligel tendûristiyê bûye çavkaniya debariyê jî. Yek ji van nebatan jî siyabo ye.
'Siyabo ji aliyê jinan ve tê kom kirin'
Nebata bi navê Siyabo ya ku didem sala buharê de li gundên derdora herema Colemergê şîn dibe ji aliyê jinan ve tê kom kirin. Jinên ku di demsala buharê de serê sibê ji bo kom kirina siyaboyê berên xwe didin serên çiyayên herî bilind û li gorî dilê xwe siyaboyê kom dikin.
'Dinav zinarên sar de diveşêrin'
Jinên siyaboyê kom dikin li malê dişon û hûr dikin. Pişt re li ser agir bi seatan dikelînin û ji bo demsala zivistanê dinava ava şor de hiltînin. Welatiyên ku debara xwe bi siyaboyê dikin wê dixin nava bîdonan û bin zinarên sar de diveşêrin.
Pîştî ku zivistan hat welatî cardin berê xwe didin cihên bîdonên siyaboyê û dibin li bajêran difîroşin.
(ho-zyd/zt)