Jinên Rojava li heber şîdetê di dewriyê de ne...
09:50
Şevîn Şervan/ Delîla Dêrik/ JINHA
QAMIŞLO - Navenda Asayîşa Jin li hember şîdeta ser jin û ewlekariya bajêr gelek serkeftinên girîng bi dest xistine û di heman demê de ji bo guhertin û vegûhertina civakê jî xebatên perwerdê pêk tînin. Rêvebera Navenda Asayîşa Jin a Kantona Cizîrê Ayten Firat da zanîn ku di sala 2015'an de ew tecrûbeyên girîng bi dest xistine û destnîşan kir ku ew ê bi projeyên girîng derbasî sala 2016'an bibin.
Tevî ku şoreş bi pêşengiya jin pêşdikeve, li Kantonên Rojava Navendên Asayîşên Jin ên ku hatine avakirin, hem ewlekariya jinan pêk tînin hem jî pirsgirêkên civakî çareser dikin. Rêvebera Navenda Asayîşa Jin a Kantona Cizîrê Ayten Firat derbarê xebatê salek de agahî da ajansa me. Ayten diyar kir ku ew bi tecrûbeyên nû derbasî salê dibin û wiha got, "Di sala 2015'an de gelek serkeftin û tecrûbe me bi dest xist û di xebatê de jî pêşketin çêbû. Demên borî xebatê me asayî bû û li gelek qadan me navendê asayîşa jin ava nekiribû. Bi serkeftinên mezin ên şoreşê re hêjmar ê me berfireh bû û niha li her qadê rolê xwe dileyzin."
'Em li hember zîhniyeta desthilatdariyê têdikoşin'
Ayten qala zehmetiyên civakî wiha kir, "Ji ber zîhniyeta desthilatdar û kevneşopiyên civakê di serî de em dikarin bêjin me zehmetî kêşa. Lê em li hember vê zîhniyetê ne şikestin û têkoşîna me berdewam dike. Ji ber sekna me yê bi biryar gelek jin hêz ji me girtin û tevlî xebatê asayîşê bûn. Em dikarin bêjin ji sedî 20 jin beşdarî xebatên asayîşê bûne. Xebatê asayîşê ne tenê qontrolkirina rê û derketina dewriyê ye. Em ji rastiyê civakî dertên rê û perwerdeyên xwe pêk tînin. Em li ser taybetmendiyên jin ên ku ji civaka kevneşop bandor bûye tehlîla dikin. Perwerdeyên lêpirsîn hatin dayîn û dibistan hatin vekirin. Armanc kûrkirina xebatên perwerdê ye."
'Em dixwazin girtîgehan veguherînin dibistanan'
Ayten destnîşan kir ku li her çar aliyê cîhanê nêzîkatiyên hember jin yekin û got ku, êrîşên mezin hember jinan pêk tê û divê jin li her qadê parastina xwe pêk bîne. Ayten da zanîn ku li hember êrîşan ew xebatê ewlekarî dane despêkirin û wiha berdewam kir, "Êrîşên fîzîkî, tacîz, derûnî û her wiha şîdeta civakî a li hember jin zêdene. Giliyên wiha ji mera tên. Di nava xwede em li ser van mijaran perwerde dibînin û pirsgirêkên heyî em hewldidin çareser bikin. Projeyek me a girtîgeh vegûherîna dibistanan heye. Em bi vî aweyî dikarin sûcên tên jîn kêmbikin û guhertinê wiha jî avabikin."
'Akademî wê bên vekirin'
Ayten anî ziman ku ew ê xebat berfirehtir bikin û wiha got, "Bi giştî me 10 navendê asayîşê vekirine. Xebatê avakirinê li Kantonên Efrîn, Cizîr û Kobanê didome. Em ê bi projeyên nû bikevin salê nû. Li bajarên ku navendên asayîşê lê nîne wê navend bên avakirin, her wiha ji bo xebat bi hêztir bibe em ê akademî û xebatên perwerdê zêdetir bikin. Bandora perwerdê li ser civakê jî wê bike. Ji ber vê pêdivî bi perwerdê heye."
'Berxwedana me wê mezin bibe'
Ayten bilêvkir ku ew ne hêzek leşkerîne lê bi mîsyona ku hildane ser milê xwe, li ber her derê xwe berpirsyar dibînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji bo her qadê ji bo erkê amedene. Li kur pêdiviya gel bi ewlekariyê hebe wek navenda Asayîşa Jin em ê li wir bin. Sala 2015'an tecrûbeyên mezin me bi dest xist em ê tevî wan tecrûbeyan dest bi sala nû bikin. Bi taybet em ê giranî bidin ser xebatê asayîşa jin. Di nava sê salan de sê hevalên me ên endamê asayîşê şehît ketin. Em ê têkoşîna wan rêvebibin. Di sala 2015'an de 500 jin tevlî xebatê asayîşê bûn. Em ê li her qadê bi reng û vîna xwe têbikoşin. Berxwedana me wê mezin bibe."
(rc)