Ji bo têgihiştina navê jiyan û berxwedanê Sakîne: Her dem şerbû jiyana min

09:51

Mizgin Tabu/JINHA

AMED - Ji çîroka cewherê jiyana navê şer jiyan û berxwedan Sakine Cansiz (Sara) ketine rê belgesela 'Her Dem Şerbûye Jiyana Min' amadekirine. Dê galaya belgeselê di 9'ê Çile de li Amed û Stenbolê bê pêşandan. Belgesela jiyana Sakine ya 40 salan bi 95 deqeyan tîne ziman ji bo kesên dixwazin wê têbigihên û di şopa wê de bimeşin mîrasek jiyanê yê mezin û arşîvek hêlaye.

Belgesela jiyana yek ji pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz (Sara) ya ku di 9'ê Çileya sala 2013'an de li Parîsê li gel Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatî qetilkirin tê pêşandan. Ji pirtûka çîroka cewhera jiyana wê nîşan dide ya bi navê "Her Dem Şerbûye Jiyana Min" û rojnivîskên wê ketine rê û belgeselek a ku senaryoya wê jinan amadekiriye, derhêneriya wê jî Dêrsim Zêrevan kiriye. Amadekariya wê jî Bircan Delal Yıldız, Elif Engil Şimşek û Şehbal Şenyurt kiriye. Belgesela ku bingehê wê di gulana sala 2013'an de hatiye danîn di serî de li Kurdistan, Tirkiye û Ewrupayê li sê navendan ekîbên jinan xebat kirine. Li gel zaroktî, ciwanî, salên girtîgehê yên Sakine Cansiz li gel 70 kesên di demên tekoşîna wê yên li Rojhilata Navîn, Çiya û Ewrupayê de hevdîtin kirine. Muzîka wê ayîdê Mukail Aslan û Cemil Qoçgiriye. Nêzî 100 saet kêşana belgeselê hatiye kirin. Dê belgesel bi 95 deqeyan derkeve pêşberî temaşevanan. Belgesela ku zimanê wê kurdiye, dê bi zimanên Tirkî, İngilizî, Elmanî, İtalyanî, Flamansî û Fransî bi giştî 7 zimanan bê wergerandin û tekoşîna wê bigihe gelên dinê jî.

Di 9'ê Çile de galaya wê li Amed û Stenbolê heye

Dê yekem pêşandana belgeselê di 4'ê çile de li Parisê bê pêşandan. Dê di roja 9'ê Çile roja qetilkirina Sakine Cansiz de li Amed û Stenbolê bê pêşandan. Li Amedê dê galaya wê li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwin bê pêşandan.

Gelo dê tekoşîna 40 salan têkeve 95 deqiqeyan?

Ji berhevkarên belgeselê Elif Engil Şimşek diyar kir ku ew metirsiya; "Gelo emê bikarin tekoşîna Sakine ya 40 salan di 95 daqîqeyan de bidin têgihandin" destpêkiriye û wiha axivî: "Em hêvîdarin ku emê girêdayî jiyana Sakine Cansiz mereqekê bidin çêkirin. Bi temanşevanan re mereqê bidin çêkirin. Sakine Cansiz kiye, bandora wê çawabû? Em mereqekê bidin çêkirin, ciwan pirtûka wê bigirin û şerê wê hîn bibin."

Berxwedana Sakine

Şehbal Şenyurt jî destnîşan kir ku ji jiyana Sakine Cansiz gelek tiştên hînbûnê hene ji bo wê jî wan xwestiye vê bi temaşevanan re par bikin û wiha domand: "Yek ji tayîbetmendiyên Sakine yên sereke jî ne tenê bi pergalê re, bi xwe, heval û jiyana xwe re dahurînkirin, pêre ru bi ru bûyîn û li hemberî wê rêya rast dîtinêbûye. Ev proje ji aliyê komek sînemagerên gerila li çiyan despêkiriye. Me jî xwest em tevlî vê bibin. Me li Xerpêt, Çewlig, Îzmîr, Enqere û Amedê dest bi xebatek berfireh kir. Em ji rojnivîskên heval Sakîne ketin rê û me xwe gihand navên ku di rojnivîska xwe de qalkirî. Me ji wan hevalên wê bîranînên wan guhdarî kir."

'Arşîvek mezin ma'

Şehbal bilêvkir ku bi amadekariya belgeselê arşîvek mezin hêlane û wiha dom kir, "Jiyana Sakine çîrokek pir aliye. Me xebatek berfireh kir. Yê mayî jî ji bo filîm û xebatên ji niha û şon de bên kirin dikare bê karanîn. Hem de ev xebat ji bo arşîvê dê bê xebitandin."

(zt)