Jinên Ciwan wê di 9 Çile de rêxistinbûnek nû îlan bike

09:52

JINHA

STENBOL - Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) dê di 9'ê Çileyê de bi pêk hatina kongrê re avakirina xwe îlan bikin. Eda Kahvecîoglu got, "Jinên ciwan ên welatparêz dê li bin vê sîwanê hev bicivin û bi bilindkirina berxwedana bakûrê Kurdistan wê xwe bi rêxistin bikin" û bang li jinan kir ku di bin sîwana ODGK'ê de xwe birêxistin bikin.

Di kongreya Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) de, nîqaş hate kirin ku jina ciwan êdî bi navê Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) xwe birêxistin bikin. Dê ev rêxistinbûyîn di 9'ê Çile de bi avabûna xwe îlan bike. Jinên ciwan ên di bin sîwana ODGK'ê de kom dibin dê li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe birêxistin bikin û ji bo pêşxistina xalên bingehîn ên pergala rêveberiya cewherî xebat bimeşînin.

'Em ê şer bi rêxistinbûna xwe vala derxin'

Eda Kahvecîoglu li ser navê ODGK'ê axivî û da zanîn ku komkujiya jinan di mehên dawî zêde bûne û wiha got, "Li bakûrê Kurdistanê şer li ser bedena jin tê meşandin. Dewlet bi qetilkirina jinan dixwaze derbe li têkoşîna jinan bide. Lê têkoşîna jin wê destûrê nede vê yekê. Komkujiya jinan kişandina bingehek rewa parê dewletê ye. Em ê bi rêxistinbûna xwe şerê ku li ser bedenê jin tê meşandin û pergala bişavtinê derxin."

'Xwerêveberin li hember dewletê berxwedanek dîrokiye'

Eda destnîşan kir ku di kongreya ODGK'ê de ew ê li ser mijarê parastina cewherî û xwerêveberinê rawestin û wiha pêde domand, "Li hember komkujiya jin parstina cewherî pêk anîn zîhniyeta desthilatdariyê vala derdixe." Eda da zanîn ku di înşakirina xwerêveberinê de komîn û meclîs jî dê hebin û bilêvikir ku jin wê di bin sîwana ODGK'ê de pêşengiya avakirina jiyana nû hildin ser milên xwe. Eda wiha dawî li gotina xwe anî, "Bi nasnameya jina azad, divê jin di bin sîwana ODGK'ê de bicivin. Em ê bi kongreya ku di 9'ê Çileyê de pêk bê de avakirina xwe îlan bikin. Jinên ciwan ên welatparêz dê li bin vê sîwanê li hev bicivin û bi bilindkirina berxwedana bakûrê Kurdistan wê xwe bi rêxistin bikin."

(rc)