Dapîra Mîray a biçûk bertek nîşanî nûçeyên derewîn da
09:52
JINHA
ŞIRNEX - Dapîra pitika biçûk Mîray a li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, nerazîbûn nîşanî nûçeya derewîn a Rojnameya Sabahê da û got, "Li ser navê min nûçeya derew diweşînin."
Dapîra pitika biçûk Mîray a li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, nerazîbûn nîşanî nûçeya derewîn a Rojnameya Sabahê da û got, "Li ser navê min nûçeya derew diweşînin. Mîray ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin."Tevî terora dewletê ya li Cizîrê, rûyê derewîn ê medya hikûmetê jî yek bi yek derdikevin holê. Dapîra pitika biçûk Mîray a li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, nerazîbûn nîşanî nûçeya derewîn medya hawiz da. Dapîra Mîray a biçûk, ku li nexweşaxneyek li Edeneyê tê dermankirin, da xuyakirin ku medya hawiz îftirayê li wê dike.
(rc)