Adem Cizîrê bi ker û laliyê xwe vedibêje
10:22
Asya Tekîn - Asmîn Bayram/JINHA
ŞIRNEX - Adem Baltaci yê astendar, bi ker û lalbûna xwe êrîşê hêzên dewletê yê 17'e rojan a li ser Cizîrê vedibêje. Adem guleyê dixe destê xwe û dorpêça ser Cizîrê bi bêdengiya xwe vedibêje.
Bi rojane em li Cizîrê ne, Adem dengê bombeyan û qetilkirina zarokan yê li Cizîrê bi ker û lalbûna xwe vedibêje. Adem bi kelecanek mezin guleyê xistiye destê xwe û hewldide rastiyê tê jîn vebêje. Ji bo ku Cizîr were vegotin pêwîstî bi gotinê nîne, em guh bidin Adem. Adem yek ji şahîdên jiyanê ye. Li kolanên Cizîrê em mîkrofonê xwe dirêjî jinan dikin, Adem her gav bi nîşana serkeftinê dertê pêşbirê kamareyên me û dengek ku em jê fêm nakin derdixe. Bi hewldanek mezin dixwaze xwe nîşanê me bike û hebûna xwe bi me bide hîskirin.
Adem bombardomanên ku bi rojan li ser Cizîrê pêk tê ji mera vedibêje. Ademê 12'e salî 17'e rojan şahîdiya êrîş û dorpêça ser Cizîrê dike. Em dibêjin zaroke, lê xwedî hêza vegotina hemû bûyerên Cizîrê ye. Bi nîşanên destê xwe bertek li hember êrîşên ser taxên Sur û Cûdiyê tîne ziman û wiha dibêje bi tevgerên destê xwe, "Li wir panzer û sekvanên ku malê me bombardoman dkin hene". Ademê ku bi tevgerên destê xwe dorpêç û êrîşên hêzên dewletê vedibêje her kes bi dilgermiyek wî guhdar dike.
(rc)