Despêkê li jinên reng didin jiyanê û zarokên ruken dixin
10:22
Mizgin Adım/JINHA
ŞIRNEX - Evder Cizîre zivistan hatiye. Zarok sar dibin, dayîk dengê topan dibin dengê sitiranên xwe de dihêlin. Ev der bajarê zarokên qedexeyan bi hesabê matematîkê dikine. Bawermendên dibêjin "Em bi destura xuda axa xwe naterikînin." Li bajarê jinên berxwedêr 16 roj...
Qedexeyên derketina kolanan li Cizîr û Silopiya 16 roj li peyî xwe hêlan. Di be ku ji vê re 'qedexeya jiyanê' bê gotin hîn zêdetir rastbe, ji ber di pêvajoya em li Cizîrê mayîn de, me dît mal topbaran kirin û fîşekên agir avêtin hindirê malan. Di kolanên qedexe de zarokek, yan jinek 80 sali yan jî welatiyek xwestî biçe mizgeftê birîndar bûyî yan jî hatî qetilkirin bihîstin an jî dîtin ne bi destê mirovane. Di serî de depoyên avê û tarafoyan hedef digirin, bajar bê av û elektirîk dihêlin. Paşê jî jin û zarokan hedef digirin, heta zarokên di zigê dayîka xwe de hîna nehatîn diniyayê qetildikin. Jinên çavkaniya jiyanê ne û zarkan yek bi yek ji nava me digirin. Di serî de jinên ku li gel şerê giran jî rêgezên jiyanê diparêzin û zarokên rubiken hedef digirin.
Ji bo jiyanê hesabên matematîkê
Di jiyanê de mayîn gelek zore. Carnan bi hesabek pir zirav carnan jî bi şans rizgarbûn heye. Her çendî ku mamostayên matematîkê ev bajar terikandin û çubin jî zarokên ku baş karê matematîkê dikin hene. Xwendekarên ku ji ku de top tên û hesaba mesafa guleyên sekvanan dikin li peyî barîkatanin. Dema ku di rê de derbasbûm zarokek ji bo min got: "Sê saniyeyên te hene, ger di wê demê de tu derbas nebê dê gule bi te bikeve." Em beziyan, çend saniye derbazbû nizanim, lê em pir bi lez derbazbûn.
'Zivistanê maran ji kuna wan dernaxin'
Cizîr bajarek bi rojane di tarîtiyê dene. Êdî hewa sar bûye, gelê herêmê dicemidin. Ya wan germ dike jî bi gotina ji ser zimanê wan na keve ya "Em axa xwe naterikînin" derketina kolanane. Bi hev re nan dipêjin û li zarokan dinêrin.
Di vê malê de sitirangotin êdî bûye kevneşopiyek
Jinên dibêjin "Zivistanê maran ji kuna wan dernaxin, lê hêlîna me bi serê me de xira kirin" hewildidin daran komdikin, dixin sobê û ji sermê re çare dibînin. Li mala ku em lê mêvanin li derdora soba daran sohbet xweşe. Dengê çekan despêkir, maliyan dest bi sitirana 'Ez Xelefim' kirin. Ji xwe di vê malê de sitrana 'Ez Xelefim' bûye kevneşopiyek.
Em bi hezar zoriyan gihiştin mala Xoxê ya ku mala wê dane ber guleyan. Xoxê dua û bêduayan dide rêzê. Xoxê dibêje Cizîra Botanê cihê berxwedanê ye û wiha dewam kir: "Dixwazin me ji malên me derxînin, emê mal û axa xwe bihêlin kude biçin. Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li peyî doza xwe bin. Tang û topên wan hene, yê me jî xudayê me heye."
'Emê êdî zarokên xwe neşînin dibistana dewletê'
Xoxê destnîşan kir ku dewletê mehmurên xwe ji nava wan derxistine û ew ji mirinê re hêlane û wiha berdewam kir: "Ev dawiye, zarokên me bê xwendin bimînin jî emê êdî zarokên xwe neşînin dibistan û leşkeriya wan. Ev der cihê Mem û Zînê ye. Emê serê xwe li ber kesê netewînin. Dê dawiya Erdogan jî weke ya Sadam bibe. Em di berxwedanê denin, bi destura xudê Cizîra Botan cihê berxwedanê ye."
Di nava Taxê de Asya ya 90 salî ku di temenekê de 3 ferman dîtiye jî wiha dibêje: "Bi topan êrîşî gundê me kirin. Em jî ketin ser rêyan û çun Îraqê. Di îlonê de 9 rojan em gulebaran kirin. Niha jî ji çar aliyan ve êrîşî me dikin."
'Keda me ya 12 salan bû xwelî, lê emê li xweliya xwe jî xwedî derkevin'
Gulê mala xwe nîşanî me da û da zanîn ku keda wan a 12 salan bûye xwelî, lê dê li xweliya xwe jî xwedî derkevin û wiha dom kir: "Bi salane min hevserê xwe winda kiriye, bi hezar zoriyan min ji bo xwe malek avakir, niha dewletê hemû keda min şewitand. Tişta ku ji bo me gotin; 'ger hun dernekevin emê we jî bişewitînin' bû. Ger dixwazin me bikujin, bila bên me hemûyan ser hev bikujin." Gulê destnîşan kir ku niha ser gelê kurd qirkirina nijadî didin meşandin û wiha got: "Emê ticarî li hemberî wan serî netewînin. Ew mala me bişewitînin jî emê li xweliya xwe xwedî derkevin."
Li Cizîrê li gel qedexe û mirinê jî jiyan berdewame. Li naveçya ku elektirîk lê nîne hêdî hêdî erzaq jî diqede. Lê gel bi jiyana komunê her tiştî par dikin. Bi xêra sîrik û nanê sêlê yê qet na qede li jiyanê dimînin. Gelê Cizîrê mirin daye ber çavan û dibêjin "Emê teslîm nebin" û diyar dikin ku tenê rêya wan berxwedane.
(gc)