Çalakiya nobetê yên gelê Rojava didome

10:33

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Çalakiya nobetê a ku bi armanca piştgiriya berxwedana bakûrê Kurdistanê li ser sînorê Dirbêsiyê ve hatî despêkirin didome.

Li hember konsepta şer a AKP'ê yên li bajar û navçeyên bakûrê Kurdistanê pêk tê bertek her ku diçe mezintir dibe. Bi armanca piştevaniya berxwedana gelê bakûrê Kurdistanê, ji Kantonên Rojava gelê Kurd, Ereb, Sûryanî û Turkmen li ber sînorê bajarê Dirbêsiyê nobeta ku dabûn despêkirin didomînin û berxwedana xwe rêveberinê silav kirin. Welatiyên bajarê Hesekê îro çalakiya nobetê wergirtin.

Di çalakiya nobetê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmeyên "Gelê bakûr ne bi tenê ne" hatin berz kirin. Welatiyên bajarê Hesekê di çalakiya piştevaniyê de axivîn û diyar kirin ku ew ê her dem piştgirî bidin berxwedan û xwerêveberina gelê bakûrê Kurdistanê.

Piştre derbarê têkoşîna kurdên Bakûr de senevizyonek hat pêşandan.

(rc)