Nayê zanîn 2 cenazeyê li Surê bi kude birin
10:51
JINHA
AMED - Li ser Surê tevahiya şevê êrîşan berdewam kir. Li taxên şer û Hasirliyê ji ber bombaataran qata sêyem a avahiyekê hat xwarê û agir bi gelek malan ket. Cenazê Mesut Seviptek û Îsa Oran 7 rojin li kolanê dima, hat zanîn ku cenaze kêşane birine cihek nayê zanîn.
Li navçeya Sura Amedê di roja 29'an de tevahiya şevê êrîşan berdewam kir. Tayîbetî jî bi bombaataran heya serê sibê êrîşî taxên Şer û Hasirliyê kirin. Ji ber êrîşan li Taxa Şer avahiyek 5 qat, qata 3'an hat xwarê. Li Taxa Hasirliyê jî agir bi gelek malan ket. Welatiyan bi derfetên xwe agir vemirandin.
Li Deriyê Nû yê Taxa Hasirliyê heya serê sibê êrîşan berdewam kir, hêzên parastina cewherî heya sibê li hemberî êrîşan di berxwedanê debûne.
Li aliyê dinê cenazê Mesut Seviptek û Îsa Oran ên ku 7 rojbûn li kolanê diman, hat zanîn ku li ber dibistana Yavuz Selim kêşane birine cihek nayê zanîn. Welatiyên li kolana dibistanê dimînin diyar kirin ku li kolanê xwîn û şona xişkandinê hebûye, heya duh jî cenaze li kolanê bûn, îro naxwiyên.
Sura ku sibê mehek wê diqede qedexe lê berdewam dike ji berê de di dîroka komarê de qedexeya derketina kolanan a herî zêde derbazî dîrokê bûye. Li semta dîrokî berxwedan bi hemû biriyardariya xwe berdewam dike. Li deverê gelek cihên dîrokî û çandî ji ber êrîşên hêzên dewletê xirabûne. Bi serê sibê re ser Cadeya Gaziyê qedexe hatiye rakirin, lê çembera ser tevahiya bajêr hîna berdewam dike. Li ser cadeya qedexe lê hatî rakirin jî hîna wesayîtên zirxî rawestayîne.
(zt)