2. Konferansa TEV-ÇAND a Jinên Rojava despêkir

11:19

JINHA

DIRBÊSİYÊ - Îro li Navenda Çand û Huner a bajarê Dirbêsiyê bi tevlîbûna 225 delegeyan 2. Konferansa TEV-ÇAND'ê despêkir.

Li bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê 2. Konferansa TEV-ÇAND'ê li Navenda Çand û Huner bi tevlîbûna 225 delegeyan despêkir. Bi tevlîbûna rêveber û endamên Rêxistina Yekîtiya Star, Desteya Jina Ereb ya Nîştîmanî, Desteya Jinên Rojava, Weqfa Jina Azad, Meclîsa Qanûnsaz û gelek rojnamevan beşdar bûn. Konferans bi dirûşmeya "Em şoreşa çandî û hunera jinê pêşbixin netewa demokratîk û jiyana azad ava bikin" hat despêkirin. Salona konferansê bi panqartên bi nivîsên "Em rizgarkirina Şengal û berxwedaniya bakurê kurdistanê pîroz dikin", "Li çand û hunera resan xwedî derkevin û bi rihê şoreşa Rojava qirkirina çandî têk bibin" hatin daliqandin û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Şehîdên Arîn Mîrxan û şehîdên jin ên Şoreşa Rojava ve hat xemlandin. Her wiha Axaftina vekirinê ji aliyê Rêvebera TEV-ÇAND'ê Ruha Hesen ve hat kirin. Ruha bal kişand ser rola jin a di nava xebatên çandê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku di encamê serkeftina jinan yê xebatê wê di konferansê de Rêxistina Çandê ya Jinan îlan bikin.

konferans didome...

(za/rc)