Jinên ku ji çeteyan rizgar bûne bi komînan tên ba hev

12:17

JINHA

GIRÊ SPÎ - Bi pêşengiya TEV-DEM û Rêxistina Yekîtiya Star piştî rizgarkirina Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê 15 komîn avakirin. 7 Komîn xweser ji aliyê Yekîtiya Star ve hatine avakirin.

Piştî rizgarkirina bajarê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ’ê, TEV-DEM û Yekîtiya Star di 23’ê Cotmehê de li bajar dest bi xebatên avakirina jiyana komînan kirin. Di gava yekemîn de li bajar komîn û meclîsên tax û gundan hatin vekirin. Ji wê demê ve, TEV-DEM’ê 8 komîn vekirin û di nav de 149 kes birêxistin kirin. Li gundên Girê Spî, komîna gundê Til Findir (15 endam), komîna gundê Til Xedir (17 endam), komîna gundê Yabisê (19 endam), komîna gundê Tinûzê (33 endam), komîna gundê Sûsik (20 endam), komîna gundê Sikeriyê (5 endam) hatin vekirin û li bajar komîna taxa El-Cisir (21 endam) û komîna taxa El-Lêl (19 endm) hene.

Yekîtiya Star jinên ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, bi rêxistin kirin

Ji bo rêxistin kirin jinên Herêmê ku ji hovîtiya salekê ya DAIŞ’ê rizgar bûne, Rêxistina Yekîtiya Star dest bi rêxistinkirina jinan di nav komînan de kir. Rêxistinê li bajar û gundên wî 7 komînên jinan ên xweser ava kirin û 126 jin di nav de birêxistin kirin. Yekîtiya Star li gundên Girê Spî, komîna gundê Tenûzê, komîna gundê Sûsik, komîna gundê Til Xidir, komîna gundê Til Findir, komîna gundê Yabsê vekirin. Di nav bajar de jî komîna taxa Şehîd Hogir, komîna taxa El-Şelal ava kir. Di her komînek ji van de 18 jin hatin rêxistinkirin.

Tevgera Civaka Demokratîk û Rêxistina Yekîtiya Star li herêma Girê Spî xebata avakirina komînan didomînin.

(rc)