Ji bo piştevaniya berxwedanê dê jinên elewî derkevin rê
12:42
JINHA
İZMİR - Ji bo ku jinên elewî piştevaniya xwe ya bi berxwedana rêveberiyên cewheriya li Kurdistanê berdewam dike re nîşan bidin ji Stenbol, Enqere, Semsur, Meletî, Gurgum, Mêrsîn, İzmir, Gimgim û Dêrsimê ber bi Amedê ve rêkevin. Jinên elewiyên ji Îzmîrê dê derkevin rê û 2 yê çileyê li Amedê bin gotin: "Em jinên li Sur, Cizîr û Nisêbînê weke hevalbendên xwe dibînin. Emê ji bo pariyê xwe bi wan re parkirinê biçin."
Ji bo li gel berxwedana rêveberiyên cewheriya li Kurdistanê bûnê jinên elewî bi durişma "Emê bêdeng nebin û nebin hevparê zilmê" ji Stenbol, Enqere, Semsur, Meletî, Gurgum, Mêrsîn, İzmir, Gimgim û Dêrsimê ber bi Amedê ve rêkevin. Dê jin di 2 yê çile de li Amedê bin û ji bo parkirina pariyê xwe ber bi Surê ve bimeşin. Jinên elewliyên Îzmîrê yên ku dê derkevin rê dest bi amadekariyan kirin.
Endama Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê Sakine Sarisaltik got: "Elewîbûn parkirin û bi hev re bûne. Li Tirkiyê me her dem ev derxistiye pêş. Îro li Kurdistanê qirkirin dibin. Jin û zarok tên qetilkirin. Divê teqez em bi wan re di nava şêwirmendiyê debin. Ji bo ku carekdin Dêrsim, Gurgum, Çorum û Sêwas neyê jiyankirin emê bimeşin wê derê. Hemû jinên xwedî wijdan divê beşdarî vê şêwirmendiyê bibin. Emê pariyê xwe bi jinên Surê re par bikin. Divê hemû jin ji van qirkirinan re bêjin bese. Divê hemû jin û mirovên xwedî wijdan ji van qirkirinan re bêjin bese. Her dem şer êşe. Emê roja 1'ê çile di saet 18.00'an de kom bibin û di saet 20.00'an de ber bi Amedê ve têkevin rê."
'Dibe ku em di ferqê debin dibe ku nebin jî '
Endama Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê jî da zanîn ku şerek navxweyiyê giran tê meşandin û wiha domand: "Dibe ku em di ferqê debin, dibe ku nebin jî. Lê rasiyek wiha heye; agirê li Bakurê Kurdistanê pêketî li Tirkiyê tayîbetî di mala me elewiyan dene. Li vêderê gelek tiştên rê li pêşiya cudahiya civakî vedike heye. Em di ferqa vê denin. Rastiye şerek giran tê jiyankirin, jin û qarok tên qetilkirin. Em jinên Sur, Cizîr û Silopiya weke hevparê xwe dibînin, ji bo parkirina pariyê xwe emê biçin li gel wan. Em di xwazin bi hev re li hemberî bêmafiyan tiştekê par bikin. Beriya her tiştî girêdana manewî giringe. Ji bo wê jî me dest bi xebatek wiha kiriye. Di serî de ji Stenbol, Enqere, Semsur, Meletî, Gurgum, Mêrsîn, İzmir, Gimgim û Dêrsimê emê ber bi Amedê ve rêkevin. Emê roja yekşemê di saet 11.00'an de ji Cem Eviya Pir Sultan Abdal a Amedê ber bi Surê ve bimeşin."
(zt)