Pişîkên ku ji sîbera wan tirsiyane mirî li peyî xwe hêlane...

14:17

JINHA

AMED - Di roja 29'an de qedexeya ser Surê berdewam dike. Bi serê sibê re li ser Cadeya Gazi ya dîrokî qedexe hat rakirin, lê hîna dorpêç ser berdewame. Li ser cadeya ku dibin dorpêça tîmên tayîbet ên maseklî de bi dehan pişîkên kuştî tên dîtin, her serê gavekê li nasnameyan dinêrin. Li ser dîwaran nivîsên weke "YPS li vêderê ye tima Esedullah li kuye" rengê berxwedanê dide nîşandan.

Ji Sura ku 29 rojin dibin dorpêçêdene serê sibê agahiya li ser Cadeya Gaziyê hatiye rakirin hat. Serê sibê ji bo ku welatî têkevin Surê û dikanên xwe vekin ketin rêzê. Jinan bertek nîşanî dorpêça polîsan a ser cadeyê her serê gavekê li nasnameyan dinêrin dan.

Li ser cadeya polîsên tîmên tayîbet bi çekan ser digerin weke qirkirina ajalan hatiye kirin. Li ser cadeyê bi dehan pişîkên mirî tên dîtin, li erdê bi hezaran qalikê guleyan tên dîtin. Polîs desturê nadin rojnameger pişîkên kuştî bikêşin, dem dem şiyariya "zêde negerin, zu derkevin ewlehiya canê we nîne" dikin.

Endamên tîmên taybet ji rûyê wan tirs tê xwendin û ser hev ji gel re dibêjin "Nêzî serê kolanan nebin, zêde negerin em nikarin ewlehiya canê we bigrin" dikin. Polîsên ku rastgele guleyan direşînin dibe sedema bertekê gel zêde bibe.

Berxwedana li pişt barîqatan ji nivîsê ser dîwaran yê, "YPS'e li vire, tîmê Esedullah li kure" berçavên me dikeve û balê dikêşe.

(zt/rc)