Înîsiyatîfa ber bi Aştiyê ve dimeşim gihêşt Edenê

15:39

JINHA

EDENE - 'Înîsiyatîfa ber bi Aştiyê ve Dimeşim' a ku ji Bodrûmê heya Amedê bi rêketine gihêştin Edenê. Endamê înisiyatîfê Altinok Guner diyar kir ku ji ber pêvajoyê ew bi gumanin û wiha got, "Riyê ku li pêşiya şer, mirin û wêraniyê bigre têkoşîna meye."

Înîsiyatîfa ber bi Aştiyê ve Dimeşim a ku ji Bodûrmê heya Amedê dest bi meşê kiriye gihêştin Edenê û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên înisiyatîfê li ber Parka Atatûrk heya Parka Înonû bi yek rêzî bi çepik meşkirin û dovîzên "Bijî Aştî" û "Li Kurdistanê şer heye" hatin hildan. Welatiyên Edenê jî hatina Înîsiyatîfê bi çepik pêşwazî kirin.

'Em xemgîn û bi gumanin'

Endamên înisiyatîfê panqartê 'Ber bi Aştiyê ve Dimeşim' vekirin û li ber Parka Înonû daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ser navê Înisiyatîfê Altinok Gunor kir. Altinok bal kişand ser şerê li Tirkiyê û wiha got, "Mirinên ku ji ber şer pêk tên raste rast me bandor dike. Ji ber êrîş û wêraniya ku li Ferqîn, Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sur tê jiyan kirin em xemgîn û bi gumanin. Riyê ku li pêşiya şer, mirin û wêraniyê bigre têkoşîna aştiyê ye."

Altinok destnîşan kir ku divê bi wêrekî û dengek bilind ji bo aştiyê têkoşîn bê dayîn û wiha domand, "Em bi hêviya pêkhatina diyaloqê, bêdengiya çekan û avabûna aştiyek bi rûmet û mayînde ji bo tevahî gelê Tirk ketin rê."

Înisiyatîf piştî daxuyaniyê ber bi Amedê ve bi rêket.

(rc)